Cenazeyên 41 êzidiyên ji gora komî hatin derxistin, bi merasîmekê hatin veşartin 2021-12-09 16:00:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê 41 qurbaniyên komkujiya Koço ya fermana 2014’an piştî teşhîsên Tiba Edlî îro Şengalê bi merasîmekî spartina axê.    Di fermana 2014’an de ji ber ne parastina Hêzên Iraqê û PDK’ê, yek ji gundê ku rastî komkujiyên mezin yên DAIŞ’ê hat Koçobû. Piştî Şengal ji aliyê hêzên HPG, YBŞ û YJŞ’ê ve hate rizgarkirin û rewş arambû hêzên Iraqê û saziyên medenî yên navnetewî dest bi vekirina gorên komî yên li Şengalê kirin.   Cenazeyên ku li Tiba Edlî ya Iraqê tên teşhîskirin û nasnameyên wan tên zelal kirin, dûbare li Şengalê tên vegerandin û di goristana Koçoyê de dispêrin axê.   Merasîma 41 qurbaniyan ji aliyê serok eşîrê Koçoyê ve hat rêxistinkirin. Li gel Bavê Şêx yê Êzidiyan gelek endamên Meclîsa Rûnahî ya Êzidiyan, rayêdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, berpirsên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê jî di merasîmê de amadebûn.    Ji wan 41 qurbaniyan 3 ji wan ji herêmên cûda yên Şengalê ne. Merasîma spartina axê ya di saet 11.00’an de dest pê kir. Her wiha komkujiya Koço ji ber hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê bi hawara wan ve neçûn û herêmê neparastin pêk hat. Lê niha herî zêde hikûmeta Iraqê û PDK di van merasîmên cenazeyan de amade dibin û bi alên Iraqê ku wan neparastin hatine pêçan!   Her wiha cenaze rojek beriya cejna Êzî ji bo Şengalê hatin şandin. (ROJNEWS)