Êrişa li hemberî Şengalê li Til Temir û Kobanê hat şermezarkirin 2021-12-09 15:38:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Til Temir û Kobanê li dijî êrişên li hemberî Şengalê çalakî hatin lidarxistin û wiha hat gotin: "Em wekî Gelê Kurd û pêkhatiyên ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava li beramberî dagirkeriyê, yekîtiya xwe xurt bikin, bi rengekî tolhildanê em ê bersiv bidin êrişan.”   Di 7'ê Kanûnê de, balafirên dewleta Tirk êrişê Şengalê kirin. Di êrîşê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Mewran Bedel û her dû zarokên wî, kirin hedef. Têkildarî vê mijarê li sernaserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn hatin nîşandan û welatiyan ev komkujî şermezar kirin.    Şêniyên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman armancê meşeke girseyî li dar xistin û ev komkujî şermezar kirin. Meşa ku ji Saziya Malbatê Şehîdan dest pê kir, li dawiya kolana Filistîn rawestiya. Di meşê de dirûşmên "Dagirkeriyê têk bibin û yekîtiyê ava bikin" hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mihemed Baqî Kûtê axivî. Meş bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê girêdayî êrîşa ser Şengalê li pêşiya navanda xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ronahî Hiço ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 7'ê kanûnê de li navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê Hevserokê Desteya Rêveber Merwan Bedel di encama êrîşên balafirên dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Beriya du rojan jî di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ya sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ev tê wê wateyê ku kiryarên çeteyên DAIŞ'ê  û dewleta tirk li hember Gelê Kurd hemanin û bi hev re komkujiyan pêk tînin. Ev jî ne cara yekem e ku li Şengalê kiryarên hovane yê balafirên dewleta tirk tên kirin, beriya vê jî bi demekê dîsa bi destê dewleta tirk sivîl hatin hedefgirtin, kiryarên bi vî rengî li Kobanê, Qamlişo an Şengalê hatin kirin. Em wekî gelê Kurd û pêkhatiyên ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava li beramberî dagirkeriyê, yekîtiya xwe xurt bikin, bi rengekî tolhildanê em ê bersiv bidin.”