Serdanên Nobeta Edaletê ya Amedê berdewam dikin 2021-12-09 15:00:21     AMED - Nobeta edaletê ya Amedê di roja 24’emîn de berdewam dike. Îro jî HDP, OHD, Baroya Amedê û Başak Demîrtaş serdana malbatan kirin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan ji bo ku girtî bên berdan, li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirine. Nobeda Edaletê di roja 24’yemîn de berdewam dike. Îro jî Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), Rêxistina bajêr û navçeyên Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Başak Demîrtaş serdana malbatan kirin.    Di serdana malbatan de, destpêkê Başak Demîrtaş axivî û nobeta malbatan silav kir. Başak, wiha got: “Ez jî keçake we me û bi çalakiya we serbilind im. Xizmên me, zarokên me bi salan e li hundir rehîn tên girtin. Li gel ku cezayên wan qediyaye jî înfazên wan tên betalkirin û girtî tên hiştin. Lê em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin.  Selahetîn jî berî bi du rojan telefon kir û ji min xwest ku ez ji we re bibêjim ew destê we maç dike û gelek silavan ji we re dişîne.”   Başak piştî axaftina xwe nameya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş şandibû xwend. Selahattîn di nameyê de bang li muxalefetê kir ku vê mijarê çareser bikin û got ku divê ev bibe rojeva pêşî ya parlementoyê û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin.   ‘Heta edalet pêk bê em ê nobeta xwe bidomînin’   Ji Xizmên girtiyan Fevziye Kolaman diyar kir ku her kes dizane çima li vir nobetê digirin û berdewam kir, "Em ji bo edaletê nobetê digirin û heta edalet pêk neyê em dest ji çalakiya xwe ya nobetê bernedin. Bila hemû girtiyên me yên nexweş serbest berdin. Eger edalet hebûya, divê hikûmet bihata û ji me bipirsiya bê em çima li vir disekinin. Bi hezaran girtiyên nexweş û girtiyên me yên înfazên wan hatine betalkirin hene. Em naxwazin girtiyên me di tabûtande ji girtîgehê bên derxistin.”   Piştre jî ji xizmên girtiyan Hakî Boltan axivî û xwest ku zarok û xizmên wan bên tahliyekirin û diyar kir ku nobeta wan xwedî girîngiyek mezin e û divê xwedî li daxwazên wan bê derketin.   Herî dawî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û wiha got, "Me ji bo girtiyan komîsyonek ava kiriye û em dixwazin piştgiriyê bidin baroyên din ên li herêmê. Em ê di rojên pêş de ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye betalkirin biçin parlementoyê û tişta ji destê me bê em ê bikin."   Piştî axaftinan serdan bi dawî bû.