Komeleyên elewiyan li dijî komkujiya li Dêrsimê bang kirin 2021-12-09 13:51:21     ENQERE - Komeleyên elewiyan li dijî komkujiya li dijî pezkoviyan bang li raya giştî kirin.    Komeleya Elewiyan a Demorkatîk (DAD), Komeleya Dersimiyan,  Komeleya Gimgimiyan a Enqereyê û Komeleya Alîkariyê ya Depê û Herêma wê, têkildarî kuştina pezkoviyên li Dêrsimê li avahiya Komeleya Dêrsimiyan civîna çapemeniyê li dar xistin. Li eywana daxuyaniyê pankarta "Nêçîrî ne spor e cînayet e, destê xwe ji ser xwezaya me, pîrozgehên me û baweriya me rakin" hat daliqandin. Serokê Komeleya Dersimiyan a Enqereyê Yaşar Kilavûz daxuyanî xwend.    Bang ji bo raya giştî hat kirin   Kilavûz destnîşan kir ku li dijî erdnîgariya Dêrsimê di bin navê faliyetên bendav, HES, porojeyên madenê, şewatên daristanan û nêçîriyê de êrişên cur bi cur tên kirin û wiha got: “Ev hemû bi polîtîkayên şerê taybet ên dewletê pêk tên. Bi destê dewletê nêçîrvanan tînin û pezkoviyan dikujin. Em ê ji vê qetliyama di bin navê nêçîriyê de tê kirin re bêdeng nemînin. Yên ku ji vê qetliyamê re bêdeng bimînin, şirîkên sûcê dewletê ne. Qadên me yên jiyanê, cihên pîroz, xwezaya me hatiye dorpêçkirin. Di baweriya me de ax û sewalên lê dijîn pîroz in. Di xwezayê de her tişt bi hev ve girêdayî ye. Ji bo elewiyan erdnîgariya Dersimê Herda Derwêş e. Em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin û dibêjin; bila gotinek we ku hûn ji vê polîtîkaya dewletê re bêjin hebe.”