ROJEVA 09'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-09 09:01:42   * Jinên Botanê, li hemberî polîtîkayên aborî yên hikûmetê bi bertekin û gotin: "Ji ber polîtîkayên heyî em êdî nikarin debara xwe bikin û biçin bazarê danûstandina rojane jî bikin." BI DÎMEN    *Nivîskara pirtûka Hûmitrayê Xecê Şen, diyar kir ku Hûmîtra ronahiyeke xwe bi mirovan dide hîskirin e û wiha got:"Jiyan bixwe heqîqeteke bi hebûn û xwebûnê ye. Huner jî rûyê vê heqîqetê ya herî şênber e." BI DÎMEN    *Welatiyan bertek nîşanê zema ku li pey hev tê kirin û bihabûna xurekan dan û diyar kirin ku nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Welatiyan da zanîn ku çareseriya krîzê bi guherîna rêveberiyê pêkan e. BI DÎMEN    *Dayika Aştiyê Sîtî Kaya ku jiyana xwe da ser têkoşîna azadiya Gelê Kurd, ala têkoşîna xwe dewrê hevalên xwe kir û bi berxwedan û evîndariya xwe ya azadiyê di hişê gel de cih digire. BI DÎMEN    * Parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca tecrîda Îmralî û helwesta Ewropayê nirxand û got: “CPT tevî ku îşkenca li Îmraliyê qebûl dike jî tiştekî nake. Tişta ku em girîng dibînin; divê civaka Tirkiyeyê dengê xwe derxe. Ev şerekî topyekune.” BI DÎMEN    *Runiştina polîsê ku li Sûrê Helîn Hasret Şen qetil kir, di 1’ê Sibata 2022’an de li Amedê wê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.   *Wê MEBYA-DER'ê, yekemîn kongreya xwe ya asayî bi dirûşma "Bi rihê yekîtiya neteweyî dem dema azadiyê ye" li avahiya HDP'ê ya Cizîrê li dar bixe.(11.00)   *Ekolojîst Hatun Esen bertek nîşanê kuştina pezkoviyan a ji hêla nêçirvanan ve tê kirin da û destnîşan kir ku nêçirvantî ne werzîş e û ew ê rê nedin vê qetlîamê.