Rewşa Aysel Tugluk di rojeva Meclîsê de ye 2021-12-08 16:35:36     ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu rewşa Aysel Tugluk bir rojeva meclîsê.    Di sala 2016'an de li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) operasyonek pêk hat û di encamê de parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk hat girtin. Aysel ji vê rojê heta îro li Girtîgeha Kandirayê ye. Demek dirêj e rewşa wê ya tenduristiyê xirab e. Ligel raporên ku nikare li girtîgehê bimîne nayê tehliyekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, rewşa Aysel Tugluk bir rojeva Meclîsê. Ayşe pêşniyaznameyek da ji cigirê serokkomar Fuat Oktay.    Ayşe, di pêşniyaznameyê de bal kişand ser tenduristiya Aysel Tugluk û got: "8 mehan Aysel ji hêla bijîşkên pispor ên li Serokatiya Beşa Tiba Edlî ya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê ve hat muayenekirin. Bijîşkan tespîta 'Nexweşiyeke kronîk e û pêşve diçe, di şert û mercên girtîgehê de nikare piştgiriya tibi bigire, ev tişt dê bibe sedemên nebaş. Divê cezayê Ayselê bê betalkirin' kirin. Malbat û parêzer daxwaza sewqa li Serokatiya ATK'ê ya Stenbolê kirin. Lê belê ev daxwaz hat redkirin.    * ATK'ê, muayeneya Serokatiya Beşa Tiba Edlî ya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê hatî kirin qebûl nake. Hûn ê derbarê helwesta ATK'ê de lêkolînek bikin gelo?   *Aysel Tugluk endama Meclîsê ye. Niha li dijî nexweşiya DEMAS'ê têdikoşe û nikare hewcedariyên xwe pêk bîne. Ji bo betalkirina înfazê hûn ê tiştek bikin gelo?   *Raya giştî êdî bi guman nêzî raporên ATK'ê dibe, derbarê vê mijarê de hûn ê agahiyek bidin?    *Ji ber nexweşiya DEMAS'ê hûn ê ji bo tehliyekirina  Aysel Tugluk gavek bavêjin?    *Derbarê nêzikatiya Wezareta Edaletê ya li hemberî girtiyên nexweş hûn ê daxuyaniyek bidi?