Welatiyên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan 2021-12-08 16:25:38     ŞEHBA - Meclîsa herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşek li dar xist.   Bi armanca şermezarkirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meclîsa herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li gundê Babinêsa Şehbayê li dar xistin. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelê herêmê amade bûn.    Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye","Jina azad û zana civakek azad û zana ye" di meşê de hatin hildan û dirûşmên şermezarkirina tecrîda girankirî hatin berzkirin. Meşê ji çarxerêya gundê Babinês heya lîstogeha li gund dom kir. Meşê bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso axivî.    'Tecrîda li ser Rêber Apo Tecrîda li ser mirovahiyê ye'   Di meşê de wiha hat gotin:"Em wek gel li ser fikir û fesefa Rêber Apo dijîn. Ev tekoşîn û berxwdana gel li Şehbayê ji bo mirovahiyê ye. Li dijî zilm û desthilatdariya dagirkeran gelê me bi biryardarî li berxwe dide. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me şermezar dikin. Ev 8 meh in me tu agahî ji Rêberê xwe negirtiye. Divê mafê mirovan û dewletên navneteweyî li hember vê yekê tev bigere. Çima heya niha cîhan li hember tecrîdê bê deng e. Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser mirovahiyê ye. Em wek gelê Efrînê, em ê her roj li qada bin. Berxwedan û têkoşîna me berdewam e. Em ê her roj li qada bin heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."    Meş dirûşmên"Bê Serok jiyan nabe","Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.