Xwendevanan rêya Silêmanî-Hewlêrê girtin 2021-12-08 13:57:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Nerazîbûna xwendevanan ya dijî nedana xerca mehane dewam dike, xwendevanan rêya sereke ya Silêmanî-Hewlêrê li trafîkê girtin.   Bi rojane xwendevanên zanîngeh û peymangehên yên Herêma Federal a Kurdistanê li ser piya ne. Xwendevan dixwazin hikûmet xerca mehane bide, lê hikûmet bêdengiya xwe di parêze. Xwepêşandana xwedevanan ya bi vê daxwazê carek din dest pê kir.   Xwendevanên zanîngeha Silêmaniyê daketin qadan û rêya sereke ya Silêmanî-Hewlêrê girtin. Xwendevan dibêjin heya daxwaza wan pêkneyê, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Lê hikûmet bêdengiya xwe diparêze.