Nobeta Edaletê di roja 275'an de ye 2021-12-08 12:03:49   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got: “Em dijîn û li ber xwe didin. Ji ber ku berxwedana ji bo edaletê jiyan e.”    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan ji aliyê parêstvan û xizmên parlamenterê AKP’ê ve di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê hatibûn kuştin, di roja 275’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike û ji bo vê yekê nobetê digire.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyê sê ferdên malbata xwe yên hatin kuştin belav kir û wiha got: “Em dijîn û li ber xwe didin. Ji ber ku berxwedana ji bo edaletê jiyan e. Kujerên ku ev 3 mirov li nexweşxaneyê bi hovane kuştin, hêj di nava xelkê de ne... Yên ku dibêjin edalet heye, dibin şirîkê zilma li ber avahiya edliyeyê.”