Li Silopiyê 3 kes hatin binçavkirin 2021-12-08 11:12:46   ŞIRNEX - Li Silopiyê aktîvîsta TJA'yê jî navê de 3 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Silopiya Şirnexê, 3 kes hatin binçavkirin.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok, endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Mehmet Mîraç Dînç û endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyê Abdullah Kaçmaz, dema diçûn avahiya HDP'ê ya Silopiyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.     Kesên ku hatin binçakirin sedema wê nehat zanîn. Her wiha hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsa a Navçeya Silopiyê.