Bersiva CPT'ê ya ji bo Îmraliyê 2021-12-08 10:51:59   STENBOL - CPT'ya ku dosya siyasetmedarên kurd ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan amade kiribûn girt, diyar kir ku ew ê şopdarê mijarê bin.     Siyasetmedarên kurd ku li ber Konseya Ewropa (KE) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nobetê de ne, dosyaya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê de amade kiribûn, radestî Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kirin.   Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA); rayedarên CPT'ê ku dosya radest girtin gotin, "Em girîngiyê didin geşedan û bûyerên li Îmraliyê. Em timî mijarê dişopînin. Ji avabûna CPT’yê heta niha xebatên ku me li hundir kirine li derve nayên dîtin. Em nikarin rave bikin ka em çi dikin. Lê em bi awayekî aktîf li ser vê mijarê dixebitin. Beriya niha di sala 2019’an de li ser Îmraliyê raporek me hebû. Binpêkirinên ku me di vê raporê de behs kirine hene. Pêvajoya diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re ji bo rakirina van binpêkirinan bi awayekî aktîf didome û em ê viya berdewam bikin.”