Nobeta Edaletê 22 roj in berdewam dike 2021-12-07 14:16:31   AMED - Nobeta Edaletê ya Amedê di roja xwe ya 22’yemîn de berdewam dike.  KKP, TTB û Baroya Amedê ya Navenda Mafên Jinan serdana malbatan kir.   Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên nayên tahliyekirin bên berdan li Baroya Amedê di roja 22'yemîn de berdewam dike. Piştgiriya ji bo nobeta edaletê didome. Îro jî Partiya Komunîst a Kurdîstanê(KKP),  Baroya Amedê ya Navenda Mafên Jinan û Odeya Bijîşkan a Amedê(TTB) serdana malbatan kir.   Di destpêkê de Serokê Giştî ya KKP’ê Sînan Çîftyurek axivî û destnîşan kir ku li Tirkiyê lêgerîna nobetên ji bo edaletê 30 sal in bi pêşengtiya dayikan ve berdewan dike û wiha axivî: “Ev çalaki çalakiyek gelek girîng û bi pîroz e. Dayikên me ji edaletê digere. Li Tirkiyê edalet tune ye lewma dayikên li edaletê digerin. Îro malbata Şenyaşar jî li pey edliyeyê nobeta edaletê digre. Emîne Şenyaşar daxwaza edaletê dike lê belê derbarê wê de doz tê vekirin. Birêz Ocalan 23 sal in di şert û mercên giran de girtî ye. Lê belê mafên girtiyan jî henin. Ev muameleyên kêfî nayê qebûl kirin. Ev bêhiqûqî û bêedaletî nayê qebûl kirin. Edalet ji bo her kesî pêwist e.”   Li ser navê Baroya Amedê ya Navenda Mafên Jinan jî parêzêr  Çîgdem Sevîmlî axivî û diyar kir ku li girtîgehan muameleya kêfî nayê qebûl kirin û got: “Şert û mercên girtîgehê nebaş e. Lê di hêla girtiyên sîyasî û bi taybet li dijî kurdan rewşekê xirab tê destpê kirin. Ji bo girtiyan raporê de tê gotin nikare di girtîgehê de bimîne lê belê ew li gorî xwe raporan derdixin û tenduristiya girtiyan dixin bin xetereyê.”   Herî dawî jî li ser TTB’ê bijîşk Çagla Îzcî axivî û nobeta edaletê silav kir û wiha axivî: “Em hêvî dikin ku têkoşînên ji bo edaletê wê zêdetir bibe.  Em ê şopdarê pêvajoyê bibin.”    Xizma girtî Încî Guler jî wiha axivî: “28 sal in em li ber deriye girtîgehan in. Heya roja îro me zilmekê wiha nedîtiye. Bi hincetên cûrbecûr înfazan wan tê şewitandin. Em ê zarokên xwe ji vê newekheviyê rizgar bikin. Bila hemû rêxistin û çapemeniyên din jî werin. Ji bo vê nobeta edaletê bila piştgiriyek yekgirt pêk were.”   Xizma girtî Herdem Mervanî û Xezal Yildirim jî axivîn û banga ji bo xwedî derketina nobeta edaletê kirin.