Nobeta li Sêmalkayê di roja 64'an de didome 2021-12-07 13:52:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di roja 64'an de didome.   Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyeyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, 101 roj in cenaze nadin malbatên wan.    Nobet di roja 64'an de didome   Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê kon vedan û dest bi nobetê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya nobetê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 64’emîn de berdewam dike.    Dê çalakî bidome   Tevahiya rojê ji bo çalakiya nobetê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê hatiye destpêkirin serdanên piştgiriyê tên kirin, ber bi deriyê sînor ve meşên girseyî tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobetê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.