Li Herêma Federe ya Kurdistanê xwendekar li qadan e 2021-12-07 11:53:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên xwendevanên zanîngeh û peymangehê  îro jî li Silêmanî, Ranya, Qeladiz, Koye, Germiyan û Helebceyê berdewam dikin. Xwendevan diyar dikin ku daxwaza wan a sereke dayîna xerciya mehane û xizmetguzariyên sereke ne.   Xwepêşandanên xwendevanên Herêma Federe ya Kurdistanê yên zanîngeh û peymangehan di domin. Îro jî li Silêmanî, Ranya, Qeladiz, Koye, Germiyan û Helebceyê xwendevan li ber derê zanîngehên xwe kombûn û bi dirûşm û rakirina pankartan daxwaza mafên xwe kirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 2014’an ve bi hinceta qeyrana darayî û şerê li dijî DAIŞ’ê xerciya mehane ya xwendevanên zanîngeh û peymangehan hatiye qutkirin.  Xwndevanên ku ji bo xerciya xwe bi rojane li qadane daxwaza mafên xwe dikin. Di nava du hefteyên borî de li gelek cihan hêzên ewlehiyê êrişê  xwendevanan kirin, gelek xwendevan birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin. Xwendekar diyar dikin heta daxwazên wan neyên bi cihanîn ew ê li qadan bin û çalakiyên xwe berdewam bikin.