Danişîna doza kiryar Burak Ercan hat taloqkirin 2021-12-06 18:04:21   ŞIRNEX - Duyemîn daneşîna doza kiryar Burak Ercan ê ku hat dîtin, taloqê 21’ê sibatê hat kirin. Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû. Duyemîn daneşîna wî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Sekretera Jin a Navendê ya Giştî ya SES’ê Gonûl Adibellî, Sekretera Jin a Navendî ya Egîtîm-Senê Sîmge Yardim, Sekretera Jin a KESK’ê Donê Gevher Koyun, endamên Şaxên KESK’ê ya Şirnexê, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û parêzer tevlî daneşînê bûn.  Kiryar Burak Ercan jî ji Stenbolê bi SEGBÎS’ê tevlî danisînê bû. Doza ku bi tespîskirina nasnameyan dest pê kir, yekem bi îfadeyên 3 şahidan ve dest  pê kir. Ji şahidan yek mamosteyê Rehber Mesut Aslan tiştên ku hatine jiyîn wiha behs kir: “Hîn xwendekarên me anîn ziman ku ji aliyê Burak Ercan ve bi êrîşa zayendî re rûbirû mane. Li ser giliyên wan me daxwazname nivîsî. Di pêvajoya serî de nêzî 18 xwendekar serlêdana giliyê kirin û daxwazname nivisîn. Piştre em wek rêvebiriya dibistanê bûyerê ji serdozgeriyê re ragihand. Piştî vê gelek serlêdanên zarokan jî çêbûn.” Çalakiya êrîşa zayendî wek hincet nîşanda Her wiha parêzerê kiryar Yasîn Şen jî mamosteyê Rêber ê dibistanê hedef nîşanda  û got ku bêyî destûr bi pankartê û bi tena serê xwe li Kolana Hûnerê ya Cizîrê meş li dar xistiye. Kiryar Burak Ercan jî îdîa kir ku nûçe û parvekirinên ku li ser medyaya civakî hatine kirin berpirsyarê wî Mesut Aslan e û ev tiştan got: “Şahidan anîn ziman ku hejmara mexdûran zêde bûye. Ez vê tiştê qebûl nakim.” Parêzerê kiryar Yasîn Şen jî îfadeyên şahidan ret kir.   Ji zarokên ku yek jê bi êrîşa zayendî re rûbirû maye û tevlî dozê bû, dazanîn ku ji kiryar sûcdar e. ’38 xwendekar serlêdana sûc kirine’ Parêzerê zarokan Salih Ecer, destnîşan kir ku piştî bûyer derketiye holê şûnde ji merciyên edlî re dereng agahî hatiye dayîn û wiha got: “Di dosyeyê de 38 xwendekar serlêdana sûc kirine. Ji ber doz dirêj domiya hin xwendekaran yek di doza yekem de serlêdana xwe ya sûc paşve kişand. Li dijî hemû delîlan jî kiryar xwe wek mexdûr dide nîşandan. Çalakiya ku mamosteyê rêber ê dibistanê kiriye wek hincet nîşan dide û dixwaze ji vê bûyerê xilas bibe. Piştî ku bûyer derket holê vir ve kiryar carekê jî nehatiye binçavkirin. Ji ber vê yekê jî divê tedbîr bên girtin û kiryar bê girtin. Em dixwazin dengê me bigihîje cihên pêwîst. Ji ber vê yekê jî daxwaziya me ew e ku kiryar bê girtin.” 'Bila kiryar bê girtin’ Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî ev tiştan got: “Sê sal û nîve di dosyeyê de tu pêşketin tuneye û em vê tiştê dibînin. Serlêdanên sûc û delîl jî hene. Lê belê li dijî vê jî derbarê kiryar de tu tişt nayê kirin. Bi hinceta nikare delîlan winda bike tim daxwazên me yên girtinê tên ret kirin. Her wiha li gor agahiyên ku me girtiye gelek xwendekar ji ber tehdîdên li wan hatine kirin serlêdanên xwe yên sûc paşve kişandine. Kiryar, wekî ku ne di kursiya kiryar de wekî ku di kursiya mexdûran de rûdinê xwe diparêze. Em behsa ew qas girtina salan dikin jî kiryar nayê girtin. Ji ber ku edalet cihê xwe nabîne di nava gel de dibe sedema fikaran. Ji ber ku kiryar nayê girtin, dibe ku delîlan tune bike. Ji ber vê yekê em daxwaza girtina wî dikin.” Kiryar Burak, zarokên mexdûr wek “qaşo mexdûr” bi lêv kir û daxwaza beraata xwe kir. Doz hat taloqkirin Heyeta dadgehê, daxwaza girtinê  bi hinceta nikare delîlan winda bike ret kir û dozê taloqê 21’ê sibatê kir.