Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 21'emîn de ye 2021-12-06 16:48:42   AMED - Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya Xizmên girtiyên nexweş û yên nayên berdan berdewam dike. Di serdana îro de careke din biang li rayedaran hat kirin dest ji bêhiqûqiyên xwe berdin.   Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên nayên tahliyekirin bên berdan li Baroya Amedê di roja 21'emîn de berdewam dike. Îro jî Kedkarên Sendîkaya Hemû Şaredarî û Xizmetên Xwecihî  ( Tum Bel Sen)  û Sendîkaya Tendirustî û Xizmetên Civakî  (SES) ku hevparên sednîdkaya KESK'ê ne çûn serdana çalakgeran.    ‘Emê mil bi mil têbikoşin’    Di nobetê de berdevkê KESK’ê yê Amedê ê demê Nasir Demîrkiran axivî û piştgiriya xwe bi van gotinan anî ziman: “Îqtidar ji bo vê peywira xwe bide berdewamkirin van rêbazên binpêkirinên mafên mirovan dide berdewamkirin. Malbatên me êşê dikişinin û mixabin ev êş ji berê de heta niha tên kişandin. Sedema hatina me ya vir ji hem piştgiriya ji bo nobeta we ya mafdar û nobetên edaletê yên tên rêvebirinine. Me xwest em ji hemûyan re bibin piştgir. Pêwîste em bi taybet li dijî binpêkirinên mafan yên girtî pê bi wan re rûbirû ne mil bi mil têbikoşin. Çi bikeve ser milê me ji em ê bikin. Em ji bo piştgiriyê timî amade ne.”   ‘Xwedî li çalekiya me derbikevin’   Herdem Merwanî ya xizam girtiyê siyasî ye jî bang li hikumetê kir ku demlidest qanûnên xwe b icih bînin û wiha got: “Em naxwazin girtî zerarê bibînin . Îro bi hêncetên biçûk infaza girtiyên siyasî tê betalkirin. Em li dijî wan kiryaran li vir in û em ê heta dawî ji nobeta xwe bidin berdewamkirin. Ez bang dikim ku herkes jî bi hestiyar nêz bibe û xwedî li çalekiya me derbikeve.”   ‘Bibin dengê girtiyan’   Încî Gulera xizma girtî jî piştî wê mafê axaftinê girt û wiha got: “Em êdî nema tehemûlî van pêkanînan dikin û em beşdarî çalekiya nobetê bûn. Bila hikumet li pişt qanûna xwe bisekine. Di pêvajoya şewbê de hikumetê girtiyên adlî berdan lê weke hercarî ew qanûnên wan ji girtiytên siyasî re ne derbasdarbûn û wan bernedan. Rûxmê ku bi sedan girtiyên siyasî ên nexweşiya wan giran hene, girtiyên cezayê wan qediyaye bila werin berdan. Bila girtiyên nexweş werin berdan. Ji ber vê sedemê jî dilxwaziya me ew e ku hemû komele, sazî û civak van yekan bikin rojev û bibin denge girtiyan.”