Ji Sêmalka banga 'Cenazeyan radestî malbatan bikin' 2021-12-06 15:42:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya malbatan ya li ber deriyê Sêmalka 63 roj in didome. Endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê, Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî û rûspiyan serdana çalakvanên li Sêmalkayê kir û bang li PDK'ê kir ku cenazeyan radestî malbatên wan bike.   Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyeyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Federal a Kurdistanê 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirine nadin malbatên wan.   Meclisa Malbatên Şehîdan li Sêmalka di 5'ê cotmehê de ji bo wergirtina cenazeyan çalaki dabû destpêkirin. Bêdengiya rayedarên PDK'ê ya li hember daxwaza çalakvanên didome. Ligel bêdengiyê malbatan 63 roj in çalakiya xwe didomînin.    Endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê, Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî û rûspiyan îro serdana çalakvanên li Sêmalkayê kir. Şande bi dirûşman hat pêşwazîkirin û bi çalakvanan re ber bi sînor ve meşiyan. Li wê derê li ser navê girseyê endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Huseyin Sadaa û endamê Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî Şêx Elî Emîn bi erebî û kurdî daxuyanî dan.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêviya me ji birayên me yên kurd heye. Em dixwazin cenazeyên keç û kurên me li malbatên wan bên vegerandin. Ew şehîdên aştî û azadiyê ne. Bi şev û roj şer kirin, ji bo ku em bi rehetî bijîn. Xeyala şehîdên me biratî û azadiya hemû gelan bû.   Em hemû di heman keştiyê de ne. Mala me yek e û nanê me yek e. Em li hemberî tiştên ku îro li ser axa we pêk tên, bê xem nîn in û em ê bi dil û can li dijî êrişên li ser xaka xwe rabin. Heke em bi hev re bin, kes nikare me Kurdan têk bibe. Pişta xwe nede dewleta Tirk û Erdogan. Erdogan dijminek e û gotiye heke konekî Kurdan jî hebe dê xira bike. Şerê Erdogan ne tenê li dijî me ye, li dijî hemû Kurdan e.   Em ji we re dibêjin bira. Cenazeyên me radestî me bikin, dengê dê û bavên ku dilê wan dişewite, bibihîzin. Em dixwazin şehîdên xwe li vê xaka pîroz bi rengekî hêjayî wan veşêrin."   Piştî daxuyaniyê şande serdana konê kir.