Çalakiyên xwendevanên li Başûr berdewame: Em mafê xwe dixwazin 2021-12-06 13:18:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê xwendevanên zanîngeh û peymangehê carek din daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.   Nerazîbûna xwendevanên zanîngeh û peymangehê ya dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyan a li Herêma Federal a Kurdistanê dewam dike. Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Silêmanî, Ranye, Qeladiz û Kelarê çalakî li dar xistin.   Xwendekar li ber derê zanîngehan kombûne diyar dikin, ew daxwaza mafên xwe dikin û heta daxwazên wan neyên bi cihanîn, wê xwepêşandanên wan berdewam bikin.