Nobeta Edaletê ket roja 20'î': Em ê bi têkoşînê bi ser kevin 2021-12-05 15:55:36     AMED - Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û nayên berdan berdewam e. Hevseroka HDP'ê ya Amedê ku çû serdana çalakvanan got, "Bersûcê tecawizê Musa Orhan ji ber ku li pêşeroja wî difikriin nakin girtîgehê, lê ev hiqûq ji bo ji bo girtiyên siyasî cuda tê meşandin."   'Nobeta Edaletê' ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û yên nayên tahliyekirin li Baroya Amedê hatiye destpêkirin di roja 20'emîn de berdewam dike. Îro nobet ji aliyê xizmên girtiyan Fevziye Kolakan, Încî Guler Altindag, Hasîne Guler, Reşayet Ada û Hakki Botan ve hat dewrgirtin.    Rêxistinên partiya Demokartîk a Gelan (HDP) yên bajar û navçeyên Amdedê çûn serdana çalakvanan.   'Ceza li ser ceza didin'   Hasîne Guler a ku spasiya ziyaretvanan kir  got, "rewşa girtiyên ku em bi wan re ketine têkiliyê ne baş e. Kurê min dibêje daxwaznameyên ku ew didin nayên qebûlkirin. Ev rewş berevajî dadê ye. Beriya niha jî me daxwazname da, da ku zarokên me werin girtîgeheke nêzîk lê ti daxwaza me bi cih nehat. Dema ku bi ser koxuşan de digirin bi hincetên vala ceza li ser ceza li wan dibirin.''   'Nêzîkatiyeke siyasî heye'   Hevserokê Bajêr yê HDP'ê Zeyad Ceylan jî wiha got, "Dayikên me rûmeta me ne .Têkoşîn ne tenê têkoşîna xizmên girtiyan e. kesê xwedî ûcdan divê piştevaniya malbatan bike. Nêzîkatiya li girtiyan  ne ûcdanî ye. Heke em ji dengê girtiyan re bibin deng nikarin vê zilmê bikin. Heke em têbikoşin wê girtiyên nexweş werin tedawîkirin. Nehiqûqiya mezin li girtiyên nexweş dibe. Înfaza girtiyên ku ev 30 sal in girtî ne tê şewitandin û wan bernadin. Ev nêzîkatiyeke siyasî ye. ''   Cuda nêzî girtiyên nexweş dibin   Hevserok Atasoy jî diyar kir li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê faşîzm sazûmankirin, nêzîkatiyada li girtiyên siyasî cihê ye û ne hiqûqî ye ku girtiyên nexweş girtî bimînin.    'Daxwaza me ya Edaletê ya herkesî ye'   Ji xizmên girtiyan Haki Boltan jî got ku pêdiviya wan bi piştevaniya gel heye û berdewam kir,"''Em ji bo her kesî dadê dixwazin.  Daxwaza me ji bo hemû Tirkiyê ye. Çi kesê dilxwazê dadê divê destekê bide nobetê. Dewletê heta niha nepirsiye bê ka em çi dixwazin. Li vir têkoşîna herî mezin dayik didin.''