Dayika Aştiyê Emîne Erbek: Wê têkoşîna min bidome 2021-12-05 09:02:52     STENBOL - Dayika Aştiyê Emîne Erbek ku heman rojê du caran bi ser mala wê de hat girtin û  piştre hat binçavkirin, diyar kir ku hewl tê dayin ku wê bitirsînin lê çi jî bê kirin ew dest ji têkoşîna xwe bernade.   Desthilatdariyê di demên dawî de bi destên daraz û polîsan Dayikên Aştiyê yên di têkoşîna azadiya kurd de cih digirin, hedef girtiye. Dayikên her carê daxwaza aştiyê tînin ziman, di her bernameya tevlî dibin de lêdanê dixwin, binçavkirin an jî bi ser mala wan de tên girtin. Yek ji van dayikan jî Emîne Erbek e.   Ji ber belgeyên divê bihata îmzekirin du caran bi ser mala wê de hat girtin   Ji ber doza der barê wê de hatibû vekirin de bi hinceta divê ewraq îmze bikira hefteya borî heman rojê du caran bi ser mala wê de hat girtin. Ji ber ne li malê bû, piştre çû Midûriyeta Emniyeta Kanarya ya Kuçukçekmeceyê û xwest îfadeyê bide. Lê Emîne vê carê hat girtin û ewil rapora tenduristiyê hat girtin piştre birin Kampsa Gîrtîgeha Sîlîvriyê û derxistin dadgehê. Emîne piştî vê hat berdan. Çalakî û bernameyên ku Emîneyê tevlî bûbûn jî wek sûc hatin dîtin.   Emîneyê ku gelek carî bi vê rewşê re hatiye rû hev, tiştên jiyaye ji ajansa me re vegot.   ‘Dema girtina te hatiye’   Emîneyê destnîşan kir ku heman rojê du caran bi ser mala wê de hatiye girtin û got: “Saet yek û nîv bû ez çûm sersaxiyekê. Telefon lêket.  Polîs bûn. Gotin ‘Ji duh êvar de em xwe nagihînin te tu li ku ye? Zû bê malê.’ Min got ez dûr im, lê ez nêzî qerekolê me. Ez û du xizmên xwe çûn qerekolê. Nasname û telefona min girtin. Min ji polîsan re got ‘we çima ez girtime’ gotin ‘dema girtina te hatiye’.”   ‘Zexta psîkolojîk kirin’   Emîneyê bi lêv kir ku ji ber xwendin û nivîsandina wê tune ye, xwestiye xwe bigihîne parêzer û kurê xwe û ev tişt anî ziman: “Min got telefona min bidin ez li parêzerê xwe digerim, heta parêzer neyê ez nakevim qerekolê, ez kesi nas nakim. Kurê min hat. Dosya ji min re xwendin. Gotin ‘tu îşev mêvana me ye’. Min got ne rojekê ez saniyekê li vir namînim. Sûcê min tunebû. Min got ‘ev heqaret e’. Ev tiştên hatin jiyîn min wek zexta psîkolojîk dît.”   ‘Wêneyên min kişandin’   Emîneyê destnîşan kir ku tevî nexwestiye biçe nexweşxaneyê bi zor ew birine û piştî testa Covîd-19 ew dîsa birine qerekolê û wiha dirêjî dayê: “Ji ber nexweşiyên min ez ji qerekolê hinekî tirsiyam. Ji kurê min re gotin ‘biçe em dayika te bernadin’. Em çûn dadgeha nobedar. Dozger bû dadger bû nizanim kî bû, got dosya vala ye. Wê demê dora min girtin û wêne kişandin. Min got çima hûn dikşînin. Min bertek nîşanê wan da. Li dijî van pêkanînan min zehmetî kişand. Çend polîsan dora jinekê girtin. Ya herî zehmet jî ev bû.”   ‘Ez HDP’î me min sûc kir gelo?’   Emîneyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku polîsekê gotiye tu endama HDP’ê ye an na, tu tevlî çalakiya greva birçîbûna Sîlîvrî bûye an na û ev nirxandin kir: “Min got ‘Ez kurd im, beguman partiya min HDP ye û diparêzin. Gotin ‘tu Selahattîn Demîrtaş diparêzî’. Min jî got belê ez diparêzim. Ma ez HDP’î me min sûc kiriye gelo? Ew jî partiyeke meclisê ye. Ez tevlî çalakiya Sîlîvriyê jî bûm. Ez dayik im. Naxwazim kes bimire. Dixwazin çavên dayikan bitirsînin. Dayikên zarokên xwe winda kirine dest ji vê rê bernadin. Dewlet hincetan diafirîne. 4-5 car in min binçav dikin. Lê min got ez ji soza xwe venagerim.”   ‘Gelê kurd naqede’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Hemû kesên dibêjin em dayik in, kurd, tirk, ereb bila hemû dengên xwe bilind bikin. Bila êdî mirin tunebin. Gaz, bombe û çekên kîmyewî bi kar tînin. Êdî bes e, wê heta ku derê bidome. Li kîja qadê dibe bila bibe divê her dayik dengê xwe bilind bike. Bila aştî pêk bê. Em kurd naqedin.”