‘Em ê ji bo Îpek Er û jinên din têkoşîna edaletê bidomînin' 2021-12-04 16:09:33   AMED - Heyeta dadgehê 10 sal ceza li Mûsa Orhan birî, derbarê mijarê de Komîsyona Jinan a ÎHD'ê yên herêmê daxuyaniyek dan, biryara ku hatî dayîn şermezar kirin û gotin: "Dê ji bo Îpek Er û jinên din têkoşîna xwe ya pêkanîna edaletê bidomînin."   Danişîna doza çawîşê pispor Mûsa Orhan ê ku tecawizê li Îpek Er kir û bû sedema mirina wê, di 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sertê duh hat dîtin. Dadgehê 12 sal ceza da Mûsa Orhan, her wiha bi hinceta ku pêşeroja wî dê bi bandor be û ji ber ku bi pergalî tevlî danişînê bûye cezayê wî kêm kir û kir 10 sal.    Derbarê mijarê de Komîsyana Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a herêmê daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: "Faîl Mûsa Orhan hêza cemaweriyê girt pişt xwe û ceza negirt.    Heyeta dadgehê ji bo Mûsa Orhan 12 sal ceza birî, bi hinceta 'Rewşa baş" ceza daxist 10 salan. Li vir li şûna ku bê girtin daxwaza beraeta wî hat kirin. Kesên wisa hêza xwe ya cemaweriyê didin pişt xwe û li herêmê tecawizê jin, jinên ciwan û zarokan dikin. Ev vî tiştî qebûl nakin. Em ê ji bo Îpek Er û ji bo jinên din edalet pêk bê têkoşîna xwe bidomînin. Jiyana bê şîdet û azad mafê me ye""