Gultan Kişanak ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand 2021-12-04 13:43:03   AMED - Gultan Kişanak a ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin ji bo malbatên girtiyan ên dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirine peyama piştevaniyê şand. Gultanê got:"Ez silavên xwe ji serhildana we re dişînim."   Malbatên girtiyan ji bo girtiyên  nexweş  û girtiyên înfazên wan tên şewitandin û nayên tehliyekirin li avahiya Baroya Amedê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakî di roja 19'an de didome. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin Gultan Kişanak ji bo çalakiya malbatan peyama piştevaniyê şand.    Gultanê bi peyama ku şand wiha got:   "Dayikên me yên giranbiha;   Ez di destpêkê de we bi rêzdarî silav dikim, ez ji bo têkoşîna we serkeftinê dixwazim û ez dixwazim îfade bikim ku hûn ê bi ser bikevin. Hûn her dem bûn dengê wijdanê civakî û nirxên mirovatiyê. Mafê tendirustiyê mafekî jêneger e. Zalim vî heqî ji bo mehpûsên nexweş zêde dibînin. Sekna we ya bi rûmet û sekna me ya li dijî zilmê wê bibe sedem ku zalim ji vê helwesta xwe biqerin.    Divê mehpusên nexweş vê gavê bên berdan. Ez bang li her kesî dikim ku ji bo çareseriya vê yekê têkevin nava tevgerê. Ez careke din serhildana we pîroz dikim û hêviyên azadiyê bi we re parve dikim."