Dîrayet Dîlan Taşdemîr: Îqtîdar welat bêparastin dihêle 2021-12-04 09:04:53   Dîlan Babat   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Agîriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê fuhuş û bikaranîna hişbira li herêmê zêde bûye axivî û got bi plana têkbirinê re li herêmê siyaseta rizandinê hatiye şopandin. Her wiha Dîlanê daxuyakirin ku ji bo xespkirina deskeftiyan desthilatdariyê civak bê parastin hiştine.   Demên dawî de yek ji polîtîkayên dewletê, fuhuş li herêmê ketiye dewrê û di rojên borî de li Şirnex û Colemêrgê û bi dehan jin bi destê cerdevanan ketibûn fuhuşê. Desthilatdarî polîtîkayên xwe bi destê cerdevanan yek bi yek dike jiyanê û mekanîzmayên darazê jî li herêmê bê bandorin. Yek ji hedefa desthilatariyê ya sereke ev e ku pêşî li têkoşîna azadiya jinên kurd bigire û tevî van êrîşan jin têkoşîna xwe bê navber dimeşînin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, der barê fuhuş û hişbira li herêmê zêde bûye nirxandin kir.   ‘Dixwazin civake ku rumeta wan şikyaye biafirînin’   Dîlanê destnîşan kir ku bi taybet li herêmê ji ser bedena jinan dixwazin polîtîka bikin dewrê û wiha pê de çû: “Ev polîtîka ne tenê li Tirkiyeyê li her derê ku pevçûn hene didomin. Ji ser têkiliyên civakî dixwazin rizandinê bikin. Em dizanin ku ev tor jî pevçûnan gur dikin û bi hevkariya dewletê îstîsmar tên organîzekirin. Têkoşîna azadî û nasnameyê ya kurdan  têkoşîna jinan hezm nakin û vê wek tehdî dibînin. Bi taybet naxwazin jinên ciwan têbikoşin. Pêşî lê digirin. Ji salên 90’î heta niha li Kurdistanê ji ser bedena jinê ev pêkanîn tên kirin. Hişbirê bi aşkera difroşin û dixwazin civakek ku rumeta wê şikyaye biafirînin.   ‘Li herêmê plana têkbirinê hîna di dewrê de ye’   Dîlanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku piştî plana têkbirinê şûnde li herêmê polîtîkayên cidî ketine dewrê û got: “Polîtîkayên siyasî, çandî û jirêderxistinê tevlî plana têkbirinê ye. Tenê bi girtin û qetilkirinê ev nekirin. Bi têkiliyên qirêj hewl didin jin û ciwanan teslîm bigirin. Di plana têkbirinê de em ji rêderketinê jî dibinin. Ev plan li gelek deverî ji ser kesên unîformayî pêk tên. Em dizanin ku ev mudaxaleyek rêxistinkiriye û ne tesadufe.  Ev li kafe, dibistan û yurdan tên kirin. Li cihên ku divê dewlet biparêze, ev tên kirin.”   ‘Desthilatdarî dixwaze dînamîkan ji holê rake’   Dîrayetê destnîşan kir ku li derve nasname, ziman, hebûn, dîrok û civaka kurd tê înkarkirin û desthilatdarî dixwaze bi siyaseta dimeşîne dînamîkan ji holê rake û wiha dom kir: "Îfşakirina van dîsa bi destê desthilatdariyê tê astengkirin. Li Kurdistanê mirov vê dizanin û her tim bi van polîtîkayan re tên rû hev.  Li dijî van bûyeran dema em li refleksa AKP’ê dinêrin, bi hevkariya walîtî û qeymeqamtiyê pêvajoyek înkarê dest pê dike. Dema zext zêde dibin û di çapemeniya civakî de xwe dide der, ji pêvajoya înkarê bûyerê derbasî şexs dikin. Piştî vê daraz dikeve dewrê. Ev kesên nayên darizandin. Ev kes tên parastin. Ev hemû mijara polîtîka û zîhniyetê ye.”   Siyaseta rizandinê   Dîlanê, diyar kir ku pêvajoya çareseriyê de şaredarekî AKP’î ji bo pirsa "Pêvajo çawa dikare çareser bibe?" wiha bersiv dabû "Em biçin keçên kurd ji zarokên xwe re bînin, têkiliyê wisa ava bikin", mantalîteyek wisa heye û got: "Jinên kurd wek ganîmet dibînin. Desthilatdariyeke ku siyaseta xwe li ser vê ava dike heye. Ligel vê têkoşîneke jinan a li Kurdistanê heye. Vê têkoşînê xetere dibînin. Dixwazin pêşî li wan bigirin û aktîvîstên siyasî digirin, surgun dikin û bi vî awayî pêşî li wan digirin. Bi van polîtîkayan siyaseteke rizyayî ya cidî dikin dewrê."   ‘Tirkiye bûye cihê hişbirê’   Dîlanê balkişand ser polîtîka fuhuşê ya li hember jinan a li herêmê zêde bûye û bikaranîna hişbirê û wiha bi lêv kir: "Tirkiye bûye cihê hişbirê. Herî dawî bi îfşayên Sedat Peker derket holê ku madeyên hişbirê li navendê tê organîzekirin. Li welat çeteyên ku desthilatdarî xwedî dikin, rêbaza hişbir û pereyê tarî dikin dewrê. Çeteyên Sûriyeyê, bi aboriya alternatîf ya di şerê Lîbyayê de afirandine xwedî dikin. Bi giştî li her derê Tirkiyeyê ev siyaset tê şopandin. Lê li Kurdistanê aliyê xweser heye. Ji bo ciwan  nebin xwedî hişmend, dikin nav lepê hişbirê. Meclîsên Ciwanan li dijî fuhuş û hişbirê li herêmê xebatên xwe bê navber dimeşînin. Meclîsên ciwanan jî di hedefa dewletê de ye. Xebatên wan tên astengkirin. Hewce bi hişmendiyeke cidî heye. Divê malbat, ciwan û jin bibînin ku ev politîka bi zanebûn tên kirin. Ev ne tesadufe. Dixwazin me ji gel qût bikin, civakê bê parastin bihêlin.”