Berxwedana Sêmalkayê di roja 60'an de ye 2021-12-03 14:15:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya li Deriyê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazayên gerîlayên li Xelîfan di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan di roja 60'an de bi biryardarî didome. Di roja 60'an de peyama "Heta em cenazeyên xwe bigirin em ê li vir bin" hat dayin.    Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku  li herêma Xelîlfanê di kemîna hêzên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dane bên dayin, di roja 59’an de berdewam dike. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxwazên xwepêşandêran nade.   Kes, sazî û rêxistinên ku tên serdana çalakvanan û piştgiriyê didin wan jî bang li PDK'ê dikin û dibêjin ku bila cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bên kirin.    Hevserokê Meclîsa Bajaroka Maşokayê ya Tirbespiyê Xoşnav Ferxo axivî û diyar kir ku ew spasiyê xwe ji bo kesên ev 2 meh in çalakiya xwe didomînin pêşkêş dikin. Xoşnav wiha got:"Îro em jî beşdarî çalakiya bi rûmet a ji bo girtina cenazeyên lehengên me yên ji aliyê PDK'ê ve şehîd hatin xistin. Gerilayên me li ser her çar parçeyên Kurdistanê amade ne ku ji bo gelê xwe canê xwe feda bikin. Lê belê mixabin gerîlayên me ji aliyê kesên ji xwe re dibêjin kurd şehîd dikevin."   Dê kon vala nemîne   Di axaftinên wekî din de jî ha zanîn ku dê ev çalakî bi biryarî bidome û heta ku cenaze bê girtin dê çalakî bi dawî nebe.