TJA'yê banga tecrîdê li CPT'ê kir: Lêkolînek bi bandor bikin 2021-12-03 13:28:50   MARDÎN - Aktîvîstên TJA'yê li dijî tecrîda li Îmraliyê bang li CPT'ê kirin û gotin, "Li dijî kesên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinê tune bihesibînin, rêya têkoşînê ji hilweşandina tecrîdê derbas dibe."    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrdînê, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Daxuyanî li ser navê jinên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Munevver Olker ve hat xwendin.    Munevver diyar kir ku serlêdanên malbata Rêberê PKK'ê û parêzerên wî yên bêhejmar ên li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hatine kirin bê bersiv mane û got ku Abdullah Ocalan nêzî 23 salan e di bin tecrîdeke giran de hatiye hiştin. Munevver wiha berdewam kir, "Di kesayeta Birêz Ocalan de tê xwestin ku rêhevaltiya  jinên kurd ên dîroka berxwedanê nivîsandine tune bikin. Tecrîda tê berdewamkirin di serî de jin li ser tevahiya civakê bandora xwe ya neyînî dike."   Banga ji bo CPT'ê   Munevver anî zima ku krîza aborî ya ku her diçe li ser civakî bandora xwe zêde dike encama neçareserkirina pirsa kurd e û got ku bia biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk bên. Munevver bang li Komîteya Çavdêriya Îşkenceyaê (CPT) jî kir û wiha got, "Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwendana li hemberî faşîzmê ye. Li dijî kesên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinê tune bihesibînin, rêya têkoşînê ji hilweşandina tecrîdê derbas dibe."   Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.