Jinan hevdîtinên budçeyê nirxandin: Ne ji bo sermayedaran ji bo gel budçe 2021-12-03 09:05:08     Marta Somek   STENBOL - Jinên femînîst û siyasetmedar diyar kirin budçeya divê ji bo jin, zarok û gel bê veqetandin ji bo Diyanet û wezaretên din hatiye veqetandin û gotin: “Ne ji bo sermayedaran, ji bo jin, zarok û gel budçeyê veqetînin.”   Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê, kuştin, şîdet û tacîza li hember jin, zarok û LGBTÎ’yan didome. Li aliyê din jî pêşnûmeya budçeya sala 2022’yan a Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî wek 66 mîlyar 131 mîlyon û 543 hezar hat veqetandin. Ji budçeyê serê jinê 22,5 lîra dikeve. Beşek mezin a budçeyê diçe lêçûnên xebatkaran. Ji bo bernameya xurtbûna jinê  590 mîlyon û 687 hezar TL û ji vê jî 397 mîlyon û 505 ji lêçûnên personelan re hat veqetandin. Dîsa divê çarçoveyê de tê plankirin du mîvanxane bên çêkirin.   Endama Piştevaniya Mor Tulay Cengîz, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û ji Rizgariya Jinê Burcugul Çubuk, der barê şîdet, îstîsmar, hevdîtinên buçteyê û budçeya ji bo jin û zarokan hatiye veqetandin axivîn.   ‘Ji bo jin û zarokan budçe tune’    Endama Piştevaniya Mor Tulay Cengîz got bi qanûna nû re di îstîsmar zarokan de li delîlan digerin û ev jî travmayê du car zêde dike û got: “Em tenê wek dijhiqûqî û bêcezabûn lê nanêrin. Aliyê travmatîk û psîkolojîk gelek girîng e. Ji bo jin û ciwanan jî tu budçe nehatiye veqetandin û ev girêdayê dînamîkên desthilatdariyê yên heyîne.”   ‘Jin li qadên bê ewle tên hepskirin’   Tulayê der barê hevdîtinên budçeyê û daxuyaniya wê du mîvanxane bên avakirin de jî wiha got: “Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî ji bo berpirsyariyên xwe nede der, dibêje du mîvanxane wê bên vekirin. Ev hejmarek absurte. Dibêjin Mîvanxane, ev jî îronîke. Divê hejmara stargehên jinan zêde bin. Bûyerên tacîz, tecawiz û şîdetê zêde bûne. Em li rêjeyê dinêrin, dibêjin em du mîvanxaneyan vedikin. Bi rastî qerfên xe bi jinan dikin. Stargehên jinan ji pêvajoyên rehabîlîtasyonê serbixwe pêş dikeve. Jinên bêçare dimînin nikarin li wir bisekinin. Li wir dîsa berê jinan didin malbatê ‘qada bi ewle’, ‘têgeha malbatê’. Bêçaretiya jinê zêde dikin. Jinan hepsê qadên bêewle, cihên bê ewle yanî malbatan dikin.”   ‘Malên parastina zarokan tunene’   Tulayê destnîşan kir ku divê mekanîzmayên dewletê bên xurtkirin û budçeyek bê veqetandin û  li ser derxistina holê ya îstîsmara zarokan sekinî: “Piştî cezayê hat dayîn şûnde ji bo parastina zarokan divê malên parastinê bên vekirin. AKP’ê  bi mehrên olî rê temen daxist bin 18’yî. Bi daxwaza malbatê destura mehrê tê dayîn. Dewlet li şûna îstîsmarê di asta jor de ceza bike, kir qanûn. Cezayek bi bandor nayê dayîn û der barê vê de jî budçeyek nayê veqetandin.”   ‘Em dest jê bernadin’   Tulayê daxuyakirin ku beşeke mezin a budçeyê ku divê ji bo jin û zarokan bihata veqetandin ji bo şer, diyanetê û hinek wezaretan hatiye veqetandin û wiha dawî lê anî: “Şîara me ya Piştevaniya Mor ‘ne aborî, zem difire’ ye.  Dema me ev nîqaş dikirin, di pêvajoya pandemiyê de sermayê kat bi kat kar kir û kedkar xizan bûn.  Em dibêjin ku ne ji bo sermayê, ji bo jin, zarok û gel budçeyê veqetînin. Di nava evqas bê hêvîtiyê de bawerî, piştevanî û têkoşîna me heye. Em ê jiyanek azad û bi rumet bi hev re ava bikin.”   Budçeya mêr   Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî nebûna wezareteke zarokan  rexne kir û wiha pê de çû: “Budçeyeke ku nêrîna rêxistinên girseya demokratîk negirtiye, nêrîna rêxistinên jin û femînîstan negirtiye nabe budçe. Budçe mêran diyar kirine. Ji ber vê jî çareseriyên mayînde ne pêkanin. Li Tirkiyeyê îstîsmara li hember zarokan gihiştiye astek jor. Di vê rewşê de li şûna çareserî bên hilberandin, em bi budçeyên dîtbarî re hatine rû hev. Ji bo dozên îstîsmara zayendî biryarên beratê tên dayîn. Biryarên mijara gotinê jî mixabin ji ber ku gumanbar kesên nêzî wanin. Li aliyê din ji bo gumanbaran ‘mafê hevdîtinê’ jî hat nasîn. Ji ber biryara beratê tê dayîn zarok dibin cem wî bavî. Niha sererastkirineke qanûnî ya nû derxistin. Ji bo bi zarok re têkilî bê danîn, zarok nexwaze jî bi zora hêzên ewlehiyê dikare bê teslîmkirin. Mêrên şîdet û her cureyê pêkanînê kiriye, hêzên ewlehiyê dikin dewrê û dibêje zarok bînin gel min.”   ‘Budçeyek bi hişê mêr hatiye veqetandin’   Zuleyhayê destnîşan kir ku ew ji xwe budçeyek jinan nabînin û got li Tirkiyeyê wezareteke zarokan tune û ligel vê ya jinan jî tune. Zuleyhayê wiha dirêjî dayê: Ji budçeyê gotina ‘jinê’ jî derxistine. Bi derxistina têgeha wekheviya zayenda civakî, mekanîzma biryara hevdîtinên buçteyê ji mêran pêk hat. Ev budçe bi mêjiyên mêr hatine kirin.  Daxwaza stargehên jinan li ber çavan nehatiye girtin. Ji bo lênerîna kal û pîr, zarok û astengdaran budçeyek nehatiye veqetandin. Divê budçeyeke ku jinan xurt dike, mafên starbûna wan didê bihata avakirin.”   ‘ Navendên têkoşînê yên li dijî şîdeta zayendî tune’   Zuleyhayê dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo mafê perwerde, tenduristî û zimanê dayikê divê budçeyek hebûna. Jin bi pereyên biçûk tên îstîhdamkirin. Der barê vê de mekanîzmayên xurtkirina jinê pêwistin. Her wiha hewce bi mekanîzmayên pêşî li şîdetê digirin heye. Navenên ku li dijî şîdeta zayendî têdikoşin tune ne. Ji bo vê di hevdîtinên budçeyê de nav jî derbas nabe. Ji bo xurtbûna jinê, ji bo jiyaneke wekhev a ji şîdetê hatiye parastin, divê mekanîzma bên avakirin. Desthilatdarî jî li dijî vê jinan hepsê nav çar dîwaran dike.”   ‘Femînîzmê qada têkoşînê vekir’   Endama Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk jî daxuyakirin ku ji bo jin û zarokan li hemû cîhanê mekanîzma mêr-darazê tê dîtin û wiha got: “Dibêjin bila pergala patrîarkal bidome, hema çawa didome bila bidome. Ji ber vê jî girîngiya jiyana zarokan di alî pergalê de tune. Ji bo wan ya girîng berdewamkirina pergala wan e. Femînîzm û tevgera rizgariya jinan ji bo civakê qada têkoşînê ava kiriye.”   ‘Em dikarin bi piştevaniyê têbikoşin’   Burcugule balkişand ser hevdîtinên budçeyê û ev tişt anî ziman: “Dewlet dibêj e ‘derdê min ne ev e, divê ez budçeya xwe ji bo şer veqetînim. Ez ji bo te venaqetînim, zêdetir stargehê venakim, hun ne xema min in’. Em dibînin ku wê tenê jin û zarok biser bikevin. Ji ber vê divê em bi têkoşîna xwe bi piştevaniyê, bi hevaltiya jin, femînîzm û LGBTÎ re bidin. Wekê din qand namîne.”   ‘Em ê peymane bigirin’    Burcugulê balkişand ser Peymana Stenbolê û wiha berdewam kir: “Li her qada jiyane bi mekanîzmayên femînîst dikare bersivek erênî bê girtin. Li dijî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê, têkoşîna esas divê li kolanê bê dayîn. Divê jin bikevin tevgerê.  Em bi têkoşînê dikarin zarokan biparêzin. Xeteke têkoşînê ya jinan a yekbûyî ya ji Kuristanê heta Tirkiyeyê heye. dînamîkek cidî ya jinan heye. Em dikarin bi têkoşînê zarokên xwe ji dewlet- mêr biparêzin.”