Li Sêmalka peyama 'Dê xiyanet têk biçe, berxwedan bi ser keve' 2021-12-02 14:42:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên herêma Cizîrê serdana çalakiya li dergeha sînor a Sêmalka kirin û gotin: "Roj ne roja bêdengiyê ye. Divê her kes li dijî xeta xiyanetê helwesta xwe nîşan bide. Xeta xiyanetê dê têk biçe û xeta berxwedanê dê bi ser bikeve.”   Çalakiya li dergeha sînor a Sêmalkayê ji bo radestkirina cenazeyên di roja xwe ya 59’an de bi biryardarî dewam dike. Endamên Komîteya Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariyê yên Jinan û Midûriyeta Veguhastinê îro serdana çalakiyê kir. Girse ber bi konê çalakiyê ve meşiya û li ser sînor li hev civiya û ji bo şehîdan rêz girt. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevseroka Komîteya Ewlekariya Hundirîn Hemrîn Elî ve hate dayîn.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şoreşa Rojava îro bi berxwedan û têkoşînê gihaşte vê qonaxê. Hewl didin destkeftiyên şoreşê û nirxên ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin, bi xiyanetê tune bikin. Çawa ku şoreşa Rojava tevî hemû zor û zehmetiyan destkeftiyên bi dest xistin, em ê têkoşînê jî mezin bikin û armanca xwe ya azadiyê bi ser bixin.   Gelên Kurd, Ereb û Suryan li dijî xeta xiyanetê helwesteke hevpar nîşan daye. Xiyanet gihîştiye astekê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake. Dem dema azadiyê ye, dem dema biratiya gelan e. Dem ew dem e ku her kes li ber xiyanetê rabe.   Şehîdên me ji bo azadiyê canê xwe feda dikin, lê rê li ber me tê girtin ku em cenazeyên wan hildin. Heke em îro xiyanetê şermezar nekin, dê berdêla wê dîrok be û dîrok wê me bidarizîne. Çawa ku em bi saya şehîdên xwe hatine vê rojê, divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Roj ne roja bêdengiyê ye. Divê her kes li dijî xeta xiyanetê helwesta xwe nîşan bide. Xeta xiyanetê dê têk biçe û xeta berxwedanê dê bi ser bikeve."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bimire xiyanet" bi dawî bû û piştre şandeyan berê xwe da konê çalakiyê.