KA.DER'ê ji bo hilbijartineke wekhev civîn li dar xist 2021-12-02 13:28:07   NAVENDA NÛÇEYAN - KA.DER ji bo amadekariya hilbijartinê û ji bo parvekirina tecrubeyan bi akademisyenan re hat gel hevdu.    Lijneya Rêveberiya Giştî ya Komeleya Piştigiriya Berendamên Jin (KA.DER) bi endamên xwe yên Komîteya Şêwrê û nûnerên xwe li ser nîqaşên hilbijartinê civîn li dar xist. Di civîna ku akademisyenan eleqeyek mezin da de Prof. Dr. Gulgun Erdogan Tosun, Prof. Dr. Fatmagul Berktay, Dr. Zeynep Banu Dalaman, Doç. Dr. Sevgi Uçan Çubukçu li ser wekheviya zayenda civakî ya di hilbijartinan de axivîn û xebatên xwe yên derbarê vê yekê de parve kirin.    Seroka Giştî ya KA.DER'ê Nuray Karaoglu tecrubeyên jinên KA.DER'ê yên li ser hilbijartinan parve kir.    Ece Guner Toprak ji bo piştevaniya jinên di qada siyasî de dixebitin pêşniyarên çareseriyê pêşkeş kir.    Bekir Agirdir jî da zanîn serdema jinê dest pê kiriye lê belê hejmara jinên di nava pozîsyona biryartinê de ne kêm in.    Gulfem Saydam Sanver diyar kir ku divê piştigiriya ji bo berendamên jin bidome.    Di beşa duyem a civînê de parvekirina fikrên jinên KA.DER'î dewam kir.