'Nobeta Edaletê' berdewam e: Em dixwazin zilm biqede 2021-12-02 13:07:08   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku nobeta xwe ya edaletê didomînin gotin,''Em dixwazin ku ev zilm biqede. Kesek nikare çavê xwe li vê zilmê bigire.''   Çalakiya "Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ji 9'ê Adarê ve didome. Malbatê di roja 269'an de li ber edliyaya Rihayê dest bi nobeta xwe ya çalakiyê kir.   Malbatê bal kişande ser zext û zordariya li ser wan a ku ji dema nobetê ve li wan tê kirin û got, "Di bin zilmê de ew nobetê diomînin. Em dixwazin ev zilm biqede. Kesek nikare çavê xwe li vê zilmê bigire. Hemû hilbijartiyên ku têne Rihayê vê zilmê dibînin. Agir cihê ku lê dikeve dişiwitîne. Em dixwazin ku ev zilm zû biqede.''