Hevşaredarên jin: Têkoşîna jinê û nasnameya siyasetvaniyê tê darizandin 2021-12-02 10:42:23     Hîkmet Tunç    WAN - Hevşaredara Edîşê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Yildiz Çetîn, da zanîn ku Rojbîn Çetîn dîl hatiye girtin û got: "Girtin ne çareseriyê û jin li her qadên jiyanê dê têkoşîna xwe bidomînin." Hevşaredara Tuşbayê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Ayşe Mînaz jî destnîşan kir ku di şexsê Robînê de têkoşîna jinên kurd hedef tê girtin.   Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn, di 27’ê hezîrana 2020'an de li Amedê di dema serdegirtina mala wê de bi kûçikan hate îşkencekirin û piştre hat girtin. 6'emîn danişîna doza wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê rojên borî hatibû dîtin.    Hevşaredara Edîşê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Yildiz Çetîn û Hevşaredara Tuşbayê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Ayşe Mînaz bal kişand ser rewşa Sevîl Rojbîn Çetîn.    'Siyasetmedarên jin dîl hatin girtin'   Yildiz, destnîşan kir ku Rojbîn hatiye dîlgirtin û got: "Wekî bi dehan siyasetmedarên jin Rojbîn jî dîl hatiye girtin. Ji ber polîtîkayên AKP'ê yê dijminatiya jinên kurd dike îro gelek siyasetmedarên jin girtîne. Lê hevalên me yên jin li ku dibin bila bibin li ber xwe didin. Di serî de Sevîl Rojbîn Çetîn, Gultan Kişanak, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Aysel Tugluk, Sebahat Tuncel û yên din vîna gel in."   'Girtin ne çareseriyê'   Yildiz, destnîşan kir ku îqtîdara AKP'ê jinan wek xetereyek dibîne û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku xeter dibîne û hedef jî digire. Lê divê bizanin ku bi hedef girtinê nikarin têkoşîna me têk bibin. Jin li her qadê bi hêzek mezin li ber xwe didin. Her wiha li her qadê ji bo temsîliyeta wekhev têdikoşin. Divê bê zanîn ku binçavkirin û girtin ne çareseriyê."    'Têkoşîn tercih kir'   Yildiz, da zanîn ku ji ber dosyayeke hevpar bi hev re tevlî danişînan bûne û wiha axivî: "Min ceza girt lê ez hatim tehliyekirin. Lê Rojbîn ji ber ku şahîdê nepen nehatibû û îfade nedabû nehat berdan. Rojbîna ku bi îşkenceyê hat binçavkirin bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû ye. Dadger bi hinceta ku Rojbîn dê ji welat derkeve tehliye nake. Lê divê bizanin ku ji xwe cezayê wê ya 10 salan hebû heke bixwesta dê serê ewîl ji welat terk bikira. Lê Rojbîn têkoşînê tercîh kir û xebatên xwe domand. Çi dibe bila bibe em ê ji bo temsîliyeta wekhev têkoşîna xwe bidin meşandin."   'Leyla, Ayşe û Rojbîn tên darizandin'   Ayşe Mînaz, da zanîn ku di şexsê Rojbîn de têkoşîna jinên kurd hedef tê girtin û got: "Mixabin vê carê jî biryara tehliyeyê nehat dayîn. Rojbîn ji ber karê şaredariyê tê darizandin. Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Rojbîn Çetîn her sê hevalên me şaredar bûn. Her sê aktîvîst di nav tevgera jinên kurd de bi salan ked dabûn û têkoşîna jinan anîn astekî. Bi keyfî hatin girtin û bi keyfî tên darizandin û cezakirin."    'Em tu carî tawîz nadin'   Ayşe, da zanîn ku Rojbîn endama Lîjneya Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ye û wiha dirêjî da axftina xwe: "Rojbîn di mekanîzmayên xebatê yên partiyê de kar û xebat meşand. Ev tişt jî hat terorîzekirin. Gelek kes ji heman dozê bereat kirin û lê Rojbîn nehat berdan. Jixwe em dizanin li korîdarên dadgehê edalet dernakeve lê me dîsa hêvî dikir ku Rojbîn bê berdan. Bi darizandina pergala hevserokatiyê qeyûm polîtîkayên xwe meşrû dike. Navendên jiyanê yên jinan, kooperatîfên jinan, midûriyetên jinan, stargehên jinan û hwd hatin girtin. Ev tişt hişmendiya qeyûman nîşan dide. Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin, em polîtîkayên qeyûmê qebûl nakin. Em tu carî tawîz nadin."