‘Desthilatdariya ji şer xwedî dibe aştiyê naxwaze’ 2021-12-02 09:04:00     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê qedexeya hevdîtinê ya ji ber du cezayên dîsîplînê yên nû ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, dan û diyar kirin ku desthilatdarî ji ber aştiyê naxwaze, tecrîdê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dide meşandin. Jinan her wiha gotin desthilatdariya ku ji şer xwedî dibe ji Îmraliyê ditirse.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di bin şertên giran yên tecrîdê de tê girtin, girtiyên li gel wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di heman tecrîdê de tên girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 22’ê Mijdarê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Lê bi îdiaya ji ber du cezayên nû ên dîspîlînê ku li Ocalan hatine birîn destûr nedan ku pê re hevdîin bê kirin.   Li dijî qedexeya hevdîtinê jinan bertekên xwe anîn ziman.   ‘Aştî kêrî wan nayê’   Vesîle Turan diyar kir ku bi tecrîdê re zextên li hember kurdan didomin û got kurdan gelek bedel dane û hîna jî didin. Vesîleyê wiha vegot: “Zarokên me ji aliyê dewletê ve hatin kuştin, cezayên muebetê li wan hatin birîn. Daxwaza zarokên me jiyanek bi rumet bû. Me her tim aştî xwest. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Em azadiya zarokên xwe yên girtî dixwazin. Mirovê nebaş, cerdevan aştiyê naxwazin. Welatparêz hemû aştiyê dixwazin. Ew aştiyê naxwazin ji ber ku bi kêrî wan nayê. Lê aştî ji bo her kesî bi fêde ye. Ne tenê ji bo kurdan. Tecawizkar û diz ji girtîgehan derdikevin lê zarokên me girtî ne. Abdullah Ocalan tecrît dikin nahêlin pê re hevdîtin bên kirin.”   ‘Desthilatdarî aştiyê naxwaze’   Jina bi navê Qeytan Gulmez jî ev tişt daxuyand: “Desthilatdarî ji ber aştiyê naxwaze deriyê Îmraliyê jî venake. Desturê nade hevdîtin. Ji ber ji wan ditirsin. Ji ber naxwazin aştî pêk bê. Dixwazin krîz bidome. Em natirsin ew ditirsin. Lê hewce bi tirsê nîne. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.  Aştî ne tiştekî xerabe. Çima naxwazin hevdîtin bên kirin? Ji ber aştiyê naxwazin. Rêberê me bernadin. Ji bo zilm bidome dernaxin.”   ‘Divê êdî kurd bêdeng nemînin’   Rizkiye Ozalp jî destnîşan kir ku divê kurd li dijî tiştên tên jiyîn bêdeng nemînin û wiha dirêjî dayê: “Divê em dengê ji zindanan bilind dibe bibihîzin. Em azadiyê, jiyanê dixwazin. Em doza mafê xwe dikin. Em tiştekî zêde naxwazin. Mafê me çi be em wê dixwazin. Bila dayik negirîn. Bila xwîn nerêje. Em bang li qada navneeweyî dikin. Em bajarên xwe yên qeyûm lê hatine tayînkirin dixwazin.”