Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da 2021-12-01 13:54:35     STENBOL - Dayika Aştiyê Sîtî Kaya ya ku bi salan di nav têkoşîna azadiyê de cih digirt jiyana xwe ji dest da.    Sîtî Kaya (68), bi salan di nav têkoşîna azadiyê de cih digirt. Sîtî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdê ya Sultanhamîd a Uskudara Stenbolê tedawî ditdît duh şev jiyana xwe ji dest da. Sîtî 10 roj bû li nexweşxanê ji ber nexweşiya şekir dihat tedawîkirin.   Sîtî dê îro li Goristana Ihlamukuyu ya Umraniyê ya Stenbolê bê definkirin.    Her wiha kurê Sîtiyê, Ercan Kaya (Gelhat Gabar) jî di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû.