Malbatên girtiyên li Îmraliyê li meclîsê daxuyaniyek dan 2021-12-01 13:43:52   ENQERE -  Malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: "Divê tecrîd bi dawî bibe û em bang li hemû saziyên rayedar ên ji mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê berpirsyar in dikin ku di mijara tecrîdê de hestiyar bin."    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li meclîsê daxuyaniyek dan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aktaş û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu tevlî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de Omer Ocalan ê HDP'î wiha axivî: "Ji bo xwe bigihîne vê derê em ji dehan bendan re derbas bûn. Tevî hevalên xwe em dixwazin raya giştî agahdar bikin. Mixabin bi rengekî bêûsil pêşiya me hat girtin û hat xwestin ku mêvanên parlamenteran bêne astengkirin. Ya li meclîsê hate kirin ev e, gelo li derveyî meclîsê çi li hemberî gel tê kirin.   Ji 25'ê adara 2021'ê û vir ve em bi tu awayî nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim werbigirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê têne hiştin. Pêwendiya herî dawî ya bi xizmên xwe re di 25'ê adarê de bi rêya telefonê bû, ku piştre 14'ê adarê hin îdîa li ser jiyana Birêz Ocalan li hin malperên înternetê hatin weşandin, pêk hat. Wê demê axaftina bi telefonê ya bi Birêz Ocalan re ji ber sedemeke ku em nizanin hate qutkirin. Axaftina bi Birêz Yildirim re jî gelekî kurt pek hat û girtiyên din ji bo tecrîdê şermezar bikin bi telefonê neaxivîn, lewma pêwendî bi wan re nehate kirin.   Xizmên me yên ku destûr nadin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, destûr nadin ku bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bikin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne; Ji Adara 2015'an û vir ve ku sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim careke din jî destûr nehat dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Xizmên me yên ku derfetên pêwendiya wan jî kêm in, ji derve bi temamî qut bûne.   Wek malbat, serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê ev demeke dirêj e qet nayên bersivandin, an jî biryarên komîteya dîsîplînê yên ku tenê ji aliyê hejmar û tarîx ve tên guhertin û bi heman naverokê tim û tim tên dubarekirin, derdixin pêşberî me. Tevî her cure têkoşîna hiqûqî ya bi parêzerên me re, derfetên me yên ragihandinê nayên naskirin, bêhiqûqî û keyfî li ser me tên ferzkirin.   Mijareke din a ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser me tê ferzkirin jî ew e ku têkiliya me ya malbatî tenê bi şert û mercên awarte re tê sînordarkirin û zelalkirina ka mafê jiyanê tê dayîn an na. Hemû danûstandinên me yên piştî sala 2015’an ku tecrîda mutleq pêk hat, tenê di encama protestoyên di asta grevên birçîbûnê de, piştî nûçeyên şewatê, bi hinceta pandemîk û bi îdiayên metirsîdar ên weke di ragihandina dawî de bûn. Ev rejîma awarte ya li girava Îmraliyê bi awayekî balkêş eşkere dike.   Mînaka din a balkêş di vî warî de ew e ku birêz Ocalan piştî 2011’an di nava deh salan de di sala 2019’an de tenê 5 caran karîbû bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne. Di rastiyê de ev hevdîtin jî di encama protestoyên di asta greva birçîbûnê de hatin lidarxistin bû. Eşkere ye ku ev tecrîda mutleq a li girava Îmraliyê têkiliya xwe bi hewldanên çareseriya demokratîk û aştiya pirsgirêka Kurd a birêz Ocalan re heye. Birêz Ocalan her gava ku bi cîhanê re têkilî datîne bi awayekî zelal hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê nîşan dide. Ji ber vê yekê ev tecrîd di heman demê de tecrîda li hemberî çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Bêhiqûqiyên ku li Îmraliyê pêk hatî  li tevahiya welat belav bûye û em vê dibînin.   Weke malbatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, ji rewşa xizmên xwe yên ku di şert û mercên tecrîda mutleq de tu agahî jê nayên girtin, bi fikar in. Em, hemû saziyên rayedar ên ji bo mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê li Tirkiyeyê berpirsyar in, vedixwînin berpirsyariyên xwe û hemû raya giştî jî vedixwînin hestiyariyê."