Kubra Ekîn 19 roj in winda ye 2021-12-01 10:17:11     AMED - Kubra Ekîn a ku 5 meh beriya niha ji ber cil û bergen xwe bi êrîşê re rûbirû mabû, 19 roj in winda ye.   Kubra Ekîn a ku 5 meh beriya niha ji ber cil û bergên xwe bi êrişê re rûbirû ma bû û derbarê êrişkar de gilî kiribû. Lê belê mêrê ku êrîşê wê kiribû serbest hatibû berdan. Hat aşkerakirin ku Kubra di 13'yê mijdarê de ji dayika xwe re gotiye ez diçim danûstendinê û careke din agahî jê nehatiye girtin.   Her wiha ji bo Kubraya li ser medyaya dîjîtal bang tê kirin.