Xizma girtî Rabîa Ataş: Zarokên me li girtîgehan di bin zilmê de ne 2021-12-01 09:06:46     Derya Ren   AMED - Rabîa Ataş, tevlî çalakiya "Ji bo girtiyên nexweş nobeta edeletê" bû, diyar kir ku rayedarên dewletê li wê geriyane û gazî ber avahiya HDP’a Amedê kirine û got: “Zarokên me HDP’ê nebirin. Zarokên me ji zilma heyî reviyan. Niha di girtîgehan de di bin zilmê de ne.”   Xizmên girtiyan bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan û netahliyekirina girtiyan, di 16’ê mijdarê de li avahiya Baroya Amedê çalakiya "Nobeta Edeletê" dan destpêkirin. Ji roja çalakî hatiye destpêkirin xizmên girtiyan Încî Guler Altindag, Hasîme Guler, Fevziye Kolakan, Reşayet Ada, Hakki Boltan di çalakiyê de cih digirin. Çalakiya girtiyan di roja 15’an e didome. Ji duh de dayika girtiya bi navê Şîvekar Ataş ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye, Rabîa Ataş tevlî çalakiyê bû. Şîvekar ku nêzî 6 sal in girtiye. Rabîa Ataş da zanîn ku bila keça wê û hemû girtî bên berdan û ev zilm bi dawî be.   ‘Girtî bi rojan di hucrê de tên girtin’   Rabîayê behsa nexweşiya keça xwe kir û daxuyakirin ku bi pandemiyê re girtî nebirine nexwşexanê û wiha dirêjî dayê: “Keça min nikare di hucra yek kesî de bimîne. Ji ber vê çûyîna nexweşxanê red dike. Keça min hîna 25 salî ye. Ger ne ciwan bûna wê niha jiyana xwe ji dest dabûna. Dewletê hemû çete derxistin. Lê zarokên me beyî sûc di girtîgehan de tên girtin. Keça min xwendekar bû û hat girtin. Yekane sedema girtin wê xwedî derketina li çand û zimanê xwe bû. Xweda em kurd anîn dinê. Em ê bi zimanê xwe bimirin.”   ‘Ez têkoşîna zarokên xwe li erdê nahêlim’   Rabîayê bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku xwedî li çalakiya "Nobeda Edeletê" derkevin û wiha berdewam kir: “Zarokên me dîl hatine girtin. Hevdîtinên vekirî tunene. Hun dibêjin vîrus heye û hun dikevin koxuşan û lêgerînê dikin. Hûn her roj zarokên me surgun dikin. Hûn malbatan wisa ceza dikin. Em ji bo zarokên xwe her tiştî dikin. Canê me ji yên wan ne bi qîmetire. Çi hewce bike ez dikim. Ez tu car têkoşîna zarokên xwe li erdê nahêlim.”   ‘Zarokên me ji zilmê reviyan’   Rabîayê sedema tevlîbûna xwe ya çalakiyê jî wiha anî ziman: “Divê demildest edelet bê. Dewlet li min digere gazî dike ber avahiya HDP’a Amedê. Ez biçim wir çi bikim? Zarokên min te ji destê min girtin. Te ew girtin û zilm lê kir. Ji ber vê zarokên min diçin. Ez herim ber HDP’ê çi bikim. Dibêjin ‘biçe ber HDP’ê zarokên xwe bixwaze’. HDP zarokên min nabe cihekî. Zarokên me ji zilmê reviyan. Keça min hîna xwendekar bû. Çima evqas ceza danê.”   ‘Ez ê heta dawî bêm çalakiyê’   Rabîayê wiha dawî lê anî: “Dewletê bi zanebûn em kirine vê rewşê. Divê her kes piştgiriyê bide vê çalakiyê. Ji bilî edeletê daxwazek me ya din tune. Divê demildest zarokên me berdin. Tevî ku cezayê girtiyan diqedin tahliye nakin. Girtîgeh veguhertine goristanê. Bila her kes bê piştgiriyê bidin me. Bila zarokên me berdin em wan derman dikin. Ez ê heta dawî bêm çalakiyê. Ez ji bo zaroka xwe heta dawî çi ji destê min bê dikim.”