ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-01 09:00:00     *Cesareta Zelîha Ozkul bi xwe re serkeftinê jî anî. Zelîhaya ku niha dikana tantuniyê dide şixulandin, da zanîn ku ji ber karê malê têkiliya wê ji derve qut bibû û got: "Ez bang li jinan dikim û dibêjim li pey xeyalên xwe biçin û hûn ê teqes bi ser kevin." BI DÎMEN   Dayikên Cizîrê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang kirin ku demildest tecrît bê rakirin û hevdîtin bên kirin. DÎMEN HEYE   *Rojnameger Neşe Îdîl ya di çapemeniya dîjîtal de ji aliyê nîjadperestan ve hedef hat girtin, bi kuştin û tecawizê hat tehdîtkirin. Neşeyê got wê serlêdana sûc bike. BI DÎMEN    *Yelîz Kurt tevlî daxuyaniya der barê binpêkirina mafên karkerên li Fabrîka Vestelê bû. Ji ber vê ji kar hat avêtin û doza ‘vegerandina li kar’ qezenc kir. Yelîzê da zanîn ku serkeftin cesaretê dide jinan û got wê jin bêdeng nemînin. DÎMEN HEYE   * Rabîa Ataş, tevlî çalakiya "Ji bo girtiyên nexweş nobeta edeletê" bû, diyar kir ku rayedarên dewletê li wê geriyane û gazî ber avahiya HDP’a Amedê kirine û got: “Zarokên me HDP’ê nebirin. Zarokên me ji zilma heyî reviyan. Niha di girtîgehan de di bin zilmê de ne.” BI DÎMEN