Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê hatin aşkerakirin 2021-11-30 17:00:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Dadwerî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, encamên fermî yên hilbijartinên pêşwext yên Iraqê aşkere kirin. Li gorî encaman li seranserê Iraqê 5 kursî hatine guhertin.   Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hibijartinên Iraqê, encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, bi fermî aşkere kirin. Komîsyonê navê hemû namzetên bi ser ketine, ji bo dema pêncem ya parlamentoya Iraqê belavkirin.   Li gorî encaman, YNK li Hewlêr û Musilê 2 kursiyên din bi dest xistine û bi vî awayî hejmara kursiyên YNK’ê gihiştiye 19 kursiyan. PDK jî 2 kursî kêmkir û hejmara kursiyên PDK’ê jî bû 31 kursî.   Li gorî heman encaman, bi giştî 9 milyon û 629 hezar û 601 kes dengê xwe bikaranîne. Yanî ev rêje dike ji sedî 44.