Rewşa Abdullah Ocalan wê di Lijneya Wezîran de bê nîqaşkirin 2021-11-30 14:18:13   STENBOL - Di civîna Desteya Wezîran a KE ku wê îro dest pê bike de, wê biryara binpêkirina DMME’yê ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bê nirxandin.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) îro li Strasboûrgê dicive. Di hevdîtina ku wê heta 2'yê kanûnê bidome, biryarên binpêkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ên girtî dê bê nîqaşkirin. Tê payîn ku di civînê de biryarên binpêkirinê yên derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û karsazê girtî Osman Kavala de jî bên nirxandin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîxwaz (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 26'ê tîrmehê de ji bo biryara DMME’yê dabû, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa dabûn. Li ser vê yekê komîteyê cara ewil ev mijar xist rojeva xwe û biryar da ku di civîna ku di navbera 30'ê mijdarê û 2'yê kanûnê de pêk were de ji bo vê yekê biryarek bide.     Piştî ku Komîteyê ev mijar anî rojevê, Tirkiyeyê du daxuyaniyên cuda dan. Tirkiye ku di 7'ê îlonê de yekemîn bersiva serlêdana rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê da, îdia kir ku ji sala 2009'an û vir ve li Îmraliyê tu binpêkirinek pêk nehatiye. Ji aliyê din ve Tirkiye tespît û pêşniyarên di serlêdanê de yên di derbarê "mafê hêviyê" û "guhertina qanûna cezayê heta hetayê ya girankirî" ku îhtîmala serbestberdana Ocalan û girtiyên din derdixe pêş çavan negirt. Balkêş e ku Tirkiye tenê bi rapora Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li ser şert û mercên fizîkî yên Îmraliyê di salên borî de amade kir. Ji sala 2009’an û vir ve bi hincetên cuda hevdîtina Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re tên astengkirin.    Heger biryara DMME’yê ya ku cezayê muebetê yê girankirî yê ji bo Ocalan, li dijî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike, neyê bicihanîn, dibe ku hin cezayên li dijî Tirkiyeyê werin rojevê. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi YE’yê re û endamtiya wê jî dibe cihê nîqaşê.