'Nobeta Edaletê' ya xizmên girtiyan 15 roj in didome 2021-11-30 14:10:45   MED - 15 roj in xizmên girtiyên nexweş, li Baroya Amedê li dijî binpêkirina mafên girtiyan "Nobeta Edaletê" digirin.   Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 15’an de berdewam dike.    Abdulhalîm Kirtay 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeya Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê girtiye. Keça wî Herdem Merwanî 3 roj bûn ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş li mala xwe di greva birçîbûnê de bû. Herdem, greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir û tevlî Nobeta Edaletê bû.