TJA, KCD, DBP, HDP: Bêdengiya li dijî tecrîdê nayê qebûlkirin 2021-11-30 12:54:27     AMED - TJA, KCD, DBP û HDP’ê derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de civîna çapemeniyê li dar xistin û di civînê de hat diyar kirin ku di tecrîdê de israr kirin astengkirina siyaseta demokratîk e.   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 22'ê Mijdarê de bi daxwaza "Bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina lezgîn" û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ku ev 8 meh in agahî ji Ocalan û 3 muwekîlên wan din nayê girtin û derbarê jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên weke şewbê de tu agahî tine. Parêzeran ji dadgehê xwestin ku "rewşa negirtina agahiyan bi dawî bibe" û bi muwekîlên xwe re têkiliya fîzîkî deynin.    Derbarê mijarê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê civînekê çapemeniyê li dar xistin.   ‘Tecrîd şêwaza rêveberiya Tirkiyeyê nîşan dide’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bal kişand li ser agahiyên ku duh di medyaya dîjîtal de hatine parve kirin û wiha got: “Rewşa ku kete çapemeniyê divê wek berdewamiya tecrîdê bê nirxandin. Ev hincet di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî hemû civakê tecrîdek tê meşandin. Ji parêzêran re 6 meh qedexeya hevdîtînê hatiye dayîn, ji bo malbatê jî 3 meh qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Ev tecrîd şêwaza rêveberiya Tirkiyeyê nîşan dide. Girtîgeha Îmralî bûye labaratuvatara pirsgirêk û kaosa di nav Tirkiyeyê."    ‘Divê bêdengî were şikandin'   Salîha di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê CPT û dewletên navneteweyî erka xwe bînin cih û wiha axivî: "Tê xwestin dengê Birêz Ocalan bê qût kirin. Ligel vê yeke tecrîd her diçe giran dibe. Êdî em dikarin bêjin ku Tirkiyê bi polîtîkayên tecrîdê tê birêve birin. Di tecrîdê israr kirin, astengkirina demokrasiyê ye. Divê CPT û dewletên navteteweyî derbarê tecrîdê de erka xwe bînin cih. Di peymanên navnetewî de tecrîd wek sûcekî mirovahiyê tê pênase kirin. Lewra pêwist e ku li dijî polîtîkayên tecrîdê ew bêdengî were şikandin.”   ‘Birêz Ocalan ji bo me xeta sor e'   Hevserokê Giştî ya KCD’ê Bedran Ozturk jî axivî û diyar kir ku ew êdî bêdengiya li dijî tecrîdê qebûl nakin û got: “Gava em rewşa Tirkiyeyê dinirxînin, hemû pirsgirêk bûne bingeha kaos û aloziyan. Birêz Ocalan hem ji bo Rojhîlata Navîn hem jî ji bo hemû gelan aktorek girîng a sîyasî ye. Divê nêzîkatiya li hemberê birêz Ocalan cidî were girtin. Îro di nav tecrîdê de tecrîd heye û di nav îşkenceyê de îşkence heye. Em êdî bêdengiya li hemberê polîtîkayên tecrîdê qebûl nakin. Birêz Ocalan rihê Gele Kurd e. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, gelek hewildan hatin kirin û wê were kirin jî. Ji bo Gelê Kurd xeta sor birêz Ocalan e.”