Li mala Hizbulahî lê diman jêrzemîneke veşarî hat dîtin 2021-11-30 11:15:13     Sema Çaglak   AMED - Li Kolana 5’ê Nîsanê ya girêdayî navçeya Rêzana Amedê di bin xaniyek de jêrzemîneke veşarî derket holê. Şêniyên taxê îdia kirin ku bi salan kesên Hizbullahî li vir mane.   Li Kolana 5’ê Nîsanê ya girêdayî navçeya Rêzana Amedê di bin xaniyek de jêrzemîneke veşarî derket holê. Şêniyên taxê îdiakirin ku bi salan kesên Hizbulahî li vir jiyane. Her wiha xwediyê malê ku ji bo ewlehiya xwe nexwest nav û paşnavê xwe bêje, diyar kir ku gava avahiya stendibû nû dikir jêrzemîna veşarî ferq kiriye.    Xwediyê xaniyê derbarê mijarê de wiha axivî: "6 sal berê min xanî ji kesekî bi navê Şeyhmus kirî. Di wê demê de ji min re got 'Em di tengasiyê de ne, divê em ji vir derkevin' û bi bihayekî maqûl xanî firot. Min xanî bi qasî 40-45 hezar TL kirî.  Xanî pir mezin bû û hewşa wî hebû. Min îsal dest bi karê nûkirina xanî kir. Min ferq kir ku di nava dîwêr de valahiyek heye. Min wê demê dest bi hilweşandina dîwêr kir. Min dît ku di nav dîwêr de mêrdewanek ber bi jêr ve diçe û li binî odeyek derket pêşperî min. Min dît ku di hundirê odê de kevirên pir kevn ên bi xerc pêçayî hene. Dema ku min şiringe, perçeyên kablo û hesin jî li erdê dîtin ez matmayî mam.    Li ber deriyê derbasgeha odeyê jî cihê kabloya elektrîkê ya bi voltaja bilind hebû. Herwiha li erdê, têlên stûr hebûn ku bi zehmetî dihatin şikandin. Li ser dîwarên ku dihatin xwestin bên pêçandin pergala hewardarkirinê jî hebûn. Bi ser de jî li kêlekên dîwaran qadeke ku ji kevirên sêgoşe hatibû çêkirin û li kêlekan jî têlên girêdayî ku dîsa ji jor ve hatibûn şikandin, hebûn. Di nav reka dîwêr de kîsên bi qûmê tije bûn û bi axa sor pêçayî hebûn. Dema ku min ax vekir, parçeyên kefikê bi qûmê re derketin. Dema min hinekî din kola bêhnek derket ev bêhn bi piranî ji kîsikan dihat. Li binê odeyê jî gelek ax hatibû valakirin.    Ji bo lêkolînê min serî li polîsan da. polîsan hat lêkolîn kirin û çend nimûne kom kirin. Lê ji min re gotin 'Em ê wek komirdank nîşan bidin û tu jî deng neke'. Dema min ji polîsan re got ez dixwazim lêkolîn bê kirin, lê wan min tehdît kir û gotin 'Em ê dest danîn ser xaniyê te'. Ez dixwazim li vir lêkolîneke berfireh bê kirin."   Her wiha şêniyên taxê îdia kirin ku di wî xaniyê de bi salan kesên Hizbullahî mane.