HDP'ê cezayê li Leyla Guven birîn şermezar kir 2021-11-29 16:59:04     STENBOL - Cezayê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven birîn ji aliyê HDP'ê ve hat şermezarkirin.    Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, li pêş avahiya xwe cezayê ku li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû birîn şermezar kir. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Zext nikarin me têk bibin" , "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Ji girtiyên siyasî re azadî" hatin berzkirin.    Di çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût axivî û diyar kir ku dê zext nikaribin wan têk bibin û ew êtêkoşîna xwe bidomînin. Elîfê, destnîşan kir ku Leyla Guven rûmeta wan e û wiha got: "Em ê  li Leyla xwedî derkevin. 22 sal ceza danê, piştre jî 5 sal ceza danê. Bawer im ku wê bi ken bersiv daye vî cezayî û dengê xwe bilind kiriye. Em ê jî li vir dengê xwe bilind bikin."   Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen jî bi lêv kir ku HDP gel e û ev tişt anîn ziman: "Wê tu zext nikaribe HDP'ê têk bibe. Em  li pişt Leyla Guven in. Têkoşîneke bi rûmet da. Parlamenterên me bi 'hiqûqa dijminane' dîl tên girtin."