Civaka Êzidî amadekariya Cejna Şêşimsê dike 2021-11-29 15:15:04       NAVENDA NÛÇEYAN - Sibe, rojiyên civaka Êzidî yên salê destpê dikin. Destpêkê rojiys Şêşims wê bê girtin. Piştî rojiys roja Sêşem, Çarşem û Pencşemê wê roja Înê jî Cejna Şêşimsê were pîrozkirin.   Li gorî baweriya Ezdayetiyê, her sal 9 rojan, weke ferz, rojî tê girtin. Sibe, destpêka rojiyên îsal e. Destpêkê, wê rojiya Şêşims bê girtin. Rojî, rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê tê girtin. Li gorî vê piştî rojiyên 30'ê Mijdarê, yek û 2'ê Kanûnê, 3'ê Kanûnê roja Înê jî  wê cejna Şêşims, li herdera ku Êzidî lê hene, were pîrozkirin.   Piştî Cejna Şêşimsê  wê di  7, 8 û 9'ê Kanûnê de, rojiya Xwedanan bê destpêkirin û di 10'ê Kanûnê de jî, wê cejna Xwedanan bê pîrozkirin. Herî dawî jî, wê di 14, 15 û 16'ê Kanûnê de, rojiya Êzî were girtin û di 17'ê Kanûnê de jî cejna Êzî ye.    Di van her 3 rojan de, kar û xebat di nava Civak Êzidî de nayê kirin û her kes, tenê ji bo Xwedê duayan dike. Di dema rojiyan de, civak her wiha xwe ji gelek tiştên nefsî diparêze. Rojî, bi derketina rojê dest pê dike û dema roj diçe ava jî, bi dawî dibe.   Kesên ku nexweş be, yan jî nexweşiyek wan a taybet hebe, yan jî karek wan ê lezgîn derkeve û ji mala xwe dûr bikevin, di baweriya Êzidiyan de, ew kes dikarin, rojiyê negirin û li ser wan ne ferz e.   Beriya ku Rojiyên Êzî dest pê bikin, gelek kes hene rojiyan li xwe ferz dikin û li xwe qewil dikin, ku rojiyan bigirin.