Doza Kobanê: Çima hûn niha ecele dikin? 2021-11-29 14:46:57   ENQERE - 7'emîn danişîna Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Parêzer Cîhan Aydin, di danişînê de axivî û got: "Beriya niha serokê dadgehê ji peywirê hatibû girtin, niha jî endamekî din ê dadgehê. Hê 10 meh neqediya 2 endamên dadgehê ji peywirê hatin girtin. Em nizanin ku hûn ê jî çi qas li wir bin."   Li Enqerê, 7'emîn danişîna Doza Kobanê ku piştî 6 salan bi hinceta çalakiyên 6-8'e cotmehê yên li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê pêk hatibûn Hevserokên giştî û endamên MYK'an HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî bi giştî li 108 siyasetmedar hatibû vekirin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.    Serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Êlih, Îzmîr û Rihayê û ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqê û Hiqûqa Civakî gelek parêzer tevlî danişînê bûn. Her wiha Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç û parlamenterên HDP'ê Zuheyla Gulum, Şevîn Coşkûn, Omer Farûk Gergerlîoglû û endam û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Enqerê û navçeyên wê jî tevlî danişînê bûn. Ji Bûrsayê jî gelek kes tevlî danişînê bûn.    Endamek din hat guhertin   Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî li danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda û kesên berdayî tên darizandin jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Di danişînê de hat dîtin ku endamekî din ê 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hatiye guhertin. Serokê dadgehê ewraqên ku li dosyayê hatine zêdekirin xwend û serlêdana giliya parêzerên dozê ya li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) hat kirin jî li dosyayê zêde kir.    '10 meh neqediya 2 endamên dadgehê ji peywirê hatin girtin'   Serokê dadgehê, derbarê ewraqên ku hatibûn nêrina dozger girt û pêwistî bi nêrîna parêzera nedît. Li ser vê Parêzer Cîhan Aydin mafê axaftinê girt û bi van gotinan bertek nîşanî serokê dadgehê da: "Divê hûn mafê axaftinê bidine me jî. Gelek ewraq li dosyayê hatin zêdekirin. We ji dozger pirsî, divê hûn ji me jî bipirsin. Beriya niha serokê dadgehê ji peywirê hatibû girtin, niha jî endamekî din ê dadgehê. Hê 10 meh neqediya 2 endamên dadgehê ji peywirê hatin girtin. Heyeta Wezareta Edaletê ku weke alî tevlî danişînê dibe rast e rast mudaxaleyî heyeta dadgehê dike û 2 dadgeran ji peywirê girt. Em nizanin ku hûn ê jî çi qas li wir rûnin. Divê hûn ji me re hem jî ji muwekîlan re aşkera bikin ku endamê nû çawa hatiye diyarkirin. Divê em guhertina heyeta dadgehê bizanibin. Me pirsa ku serokê dadgehê çima ji peywirê hatiye girtin kir. We ji vê re got, 'pêwîst nake'. Îhtîmal hûn ê ji bo endamê nû jî heman tiştî bibêjin"   'Endamê nû yê dadgehê gelo dosyayê xwendiye?'   Di berdewamê de Cîhan Aydin, dest nîşan kir ku hin belgenameyên hatine xwendin ji ber ku ji aliyê personelên Wezareta Edaletê û Miduriyeta Giştî ya Polisan ve hatine nivîsandin û ew ji van belgenameyan bawer nakin û qebûl nakin û ev tişt gotin: "Van belgenameyan paşve bişînin an jî ji dosyayê derxin. Wê ev darizandin wiha nedome. Em ê nebin hevparê vê nehiqûqî û neheqiyê. Endamê nû yê dadgehê gelo dosyayê xwendiye? Vê derbarê de girtekek jî tune ye. Ev endam çi qas nû ye, ji kîjan asta dozê ve di nav de ye? Çi qas îtîrazan dizane. Ev nîşan dide ku ev darizandin li dijî mewzûatê tê domandin. Di vê mijarê de weke serokê dadgehê berpirsyariya we ya hûn me û muwekîlên me agahdar bikin. Em vê daxwaz dikin."   Li girtîgehan rewşa awarte    Parêzer Zeynep Sedef Ozdogan bal kişand ser parastina miwekîl û parêzeran û got heke ev doz nebûya wê îro hewceyî bi parastinek wiha jî nedîtina. Di danişînê de ewilî ji siyasetmedaran endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz axivî.    Bulent ji girtîgeha lê girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Bulent parastinê nekir, lê belê hin beyanan anî ziman û bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehê. Bulent destnîşan kir ku tiştên niha wek binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin ji serdemên rewşa awarte jî derbas kirine û di wan serdeman de jî sepandinê wiha nebûne.    'Îqtidar bi wan sozan razî bûye'   Bulent anî ziman ku ji bo vekirina dozê 6 sal li bendê mane û wiha got: "Çima hûn niha lez dikin ku dozê bi dawî bikin? Zext li ser we heye, haya min jê heye. Em nikarin te bi tenê bikin guhenkarê vî sûcî. Hûn jî mexdûrê vê zilmê ne, lê hûn parçeyek ji amûrê zilmê ne. Hûn baş dizanin ku ev pêvajo bi vî rengî naçe. Di pergala kapîtalîst a heyî de hiqûq di nava sînorên siyasetê de ye û divê berjewendiyên xwe hesab bike. Lê tiştekî wisa heye ku sînorên qanûnê berfireh bikin. Îqtidar bi wan sozan razî bûye. Lê tevlêbûna siyasetê her ku diçe zêde dibe. Hûn nikarin tiştek ku ji hêla siyasî ve ew qas asê maye bidomînin.”    'Lê hûn vê biryarê bicih naynin'   Bulent, daxuyaniyên rayedarên îqtidarê ji bo dozê bi bîr xistin û got: “Armanc tenê ne têkbirina HDP’ê ye, dixwazin bi ser me re li muxalefetê bidin. Ev rejîm dixwaze siyasetê li gorî xwe dîzayn bike. Armanca we ya ku hûn dixwazin zû zûka vê dozê bi dawî bikin ev e. Lê gelo çima hûn ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bisepînin ecele nakin? Dîsa dipirsim hûn çima 6 salan sekinînin? DMME’yê bi xwe got daxuyaniya MYK’a HDP’ê azadiya îfadekirinê ye. Lê hûn vê biryarê bicih naynin.”