ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-29 09:00:00   * Welatiyên Şirnexî, ji ber kêmbûna hejmara bijişkên li Nexweşxaneyên Dewletê yên Şirnex, Cizîr, Hezex, Slopî û Qilebanê bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin. Ji ber qeyrana aborî jî nikarin biçin derveyî bajar an jî diçin nexweşxaneyên taybet. Welatî û bi taybetî jî kedkarên tenduristiyê dixwazin şert û merc demildest bên guhertin. BI DÎMEN   *Parêzera ÇHD’î Ayşegul Çagatay der barê doza girtinê ya der barê HDP’ê de axivî û got: “DMME’ê  di biryara DTP’ê ya ji aliyê DBB’ê ve hat girtin de jî Tirkiye mahkum kir. Der barê HDP’ê de jî dikare biryarek binpêkirinê derkeve.” BI DÎMEN    *Ji Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberiya Mezopotamyayê Gulan Onkol der barê krîza penaberan ya li sînorê Polonya- Belarus tê jiyîn de axivî û da zanîn ku krîzên penaberan ji ber pirsgirêkên aborî û polîtîkayên zextê yên welatan tên jiyîn. Gel li şûna ku axa xwe terk bike, ji bo guherîna polîtîkayan divê têbikoşin.”DÎMEN HEYE