Nobeta Edaletê 265 roj in didome 2021-11-28 11:41:25   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 265 roj in didome. Emînê û Ferît Şenyaşar îro di peyama xwe de wiha gotin: "Cihê ku kes nikaribe bêje çi spî ye û çi reş e, çira vedimire û tarî dikeve."   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bûbû, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265'an de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye li mala xwe ya Pirsûsa Rihayê çalakiya xwe didomînin.    Malbat îro di peyama xwe de Tahîr Elçî bi bîranî û got: "Cihê ku kes nikaribe bêje çi spî ye û çi reş e, çira vedimire û tarî dikeve. Em Tahîr Elçî bi bîrtînin."