Akademîsyen Cavîdan Soykan: Em înata dewletan temaşe dikin 2021-11-28 09:08:00   ENQERE - Akademîsyen Cavîdan Soykan derbarê krîza penaberan ya li sînorê Polonya-Belarus tê jiyîn de axivî û got ji bo dîwarê di du sînoran de wê bê hunandin, butçeya hatiye veqetandin 350 mîlyon Euro ye. Cavîdanê got: “Ev butçe ji mirovên wir re bihata veqetandin wê evqas mirin çênebûna. Tevî krîza tê jiyîn, em înata dewletan a di mijara sînor de temaşe dikin.”   Li sînorê Belarus-Polonyayê demek dirêje penaberên li wir di şert û mercên dijmirovî de dijîn. Piranî penaberê li wir Kurdên ji herêma Federal a Kurdistanê çûne ne. Tê gotin ku nêzî 2 hezar penaber li wir in. Tevî drama mirovahiyê Polonya penaberan nagire û Belarus jî bi sûcdariya ku penaber birine wir tê sûcdarkirin. Lİ dijî biryara Polonyayê Tirkiye û YE’yê jî li ser tedbîrê bên girtin li hev kirin. Li gorî vê Tirkiye, ji bo kêmkirina hejmara penaberên diçe Belarusê wê mekanîzma kontrolê ava bike. Akademîsyena aştiyê Cavîdan Soykan der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   ‘Şerê Hîbrît’   Cavîdanê got rewşa li sînorê Polonya –Belarus tê jiyîn ne nû ye havînê dest pê kiriye û  mirovên ji Iraq, Sûriye, Rojhilata Navîn tên , bi rêya hewayî ya aydê Belarus ‘Belaîr)  ji ser Tirkiyeyê diçin Belarusê û got: “Yekitiya Ewropayê di vê pêvajoyê de daxuyaniyên piştgiriyê didin Polonyayê dan. Rusyayê jî piştgirî da. YE ji vê rewşê nerehet e. Serokê komîsyona Ewropa Ursula von Der Leyen ji vê rewşê re got ‘Şerê Hîbrît’. Daxwaza van penaberan ev e ku şîrketa riya hewayî bi kar bînin û ji ser Belarus sînorê Polonyayê derbas bike. Ev daxwazek mirovî ye. Dixwazin Elmanya wan qebûl bike û li wir bi xizmên xwe re bin. Seranserê havînê vê rewşê berdewam kir. Lê xema kesî nîne. Tê gotin ku 7 hezar kes li Belarus dipê. 2 hezar jes hş demek dirêj man. Şertên hewayî xera bûn. Hat gotin ku ji havînê de 11 kes mirine.    ‘Butçeya ji bo dîwar 350 mîlyon e’   Cavîdanê got hikûmeta Bakurê Iraqê bi zexta YE’ê  tevlî rewşê bûye û ji bo vegera welatiyên xwe piştgirî ava kiriye û gotiye qebûl bikin. Cavîdanê got: “Piştî vê 400 kes ji ser Mînskê derbasî Iraqê bûn. Komîsyona Ewropa ji bo ev rewş nebe pirsgirêk pakêta alîkariyê ya 700 hezar Euro aşkera kir. Derket holê ku Belarus alîkarî nedaye mirovan. Polonyayê ev rewş wek krîz dît û OHAL îlan kir. di 14’ê cotmehê de qanûn derxist. Ev qanûn hûnandina dîwar pêşniyar dike. Mînaka dîwarê sînorê Tirkiye û Yewnanîstanê nîşan dide.  Butçeya ji vê re hatiye veqetandin jî 350 mîlyone.  Ger ku ev butçe ji mirovan re bihata veqetandin wê ji havînê de mirin çênebûna.”   Cavîdanê her wiha balkişand ser mijara ku li dijî mirovên li sînor çek hatiye bikaranîn û gule hatine reşandin de jî axivî û  got: “Di xala 31’ê ya Peymana Penaberan a 1951’ê de parastina mafê penaberan tê gotin. Sînor hemû bi dîwaran hatine dorpêçkirin. Di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ne. Butçeya ji bo sînoran hatiye veqetandin pir kêm e.”   Cavîndanê balkişand ser rola Tirkiyeyê jî û ev tişt daxuyand: “Riyên Hewayî yên Belarus ji ser Tirkiyeyê bilet firot û ji balafirgeha Stenbolê çûn Belarusê. Mijara Polonyayê jî ev e. li ser vê Midûriyeta Giştî ya Hewayî ya Sivîl a Tirkiyeyê daxuyaniya ‘welatiyên Iraq, Suriye, Yemenê ji ser Tirkiyeyê tu car nikarin biçin’ kir û welatiyên van welatan penaberên kaçax îlan kirin. Piştre wezareta karên derve ya Tirkiyeyê di 11’ê Mijdarê de  daxuyanî da û got Tirkiye 10 sale penaberan dihewîne û li dijî penaberên kaçax têdikoşe. Yanî dîmeneke ku Tiriye bi YE’ê re li hev kiriye li pêş me ye. Polonya jî di mijara penaberan de tûnd tevdigere. Tevî krîza tê jiyîn, em înata dewletan a di mijara sînor de temaşe dikin.”