ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-28 09:01:15   *Nebahata ku di temenê zarokatiyê de bi kesekî qumarbaz re hat zewicandin, bi salan bi tûndiyê re rûbirû maye.  Lê Nebahat li gel tundiya lê hatiye kirin jî tucarî serî netewandiye. Nebahat a niha ku di nava xebatên rêxistinî de cih  digire bang li jinan kir ku li hemberê tundiyê serî netewînin û werin bi awayê rêxistinkirî dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE   *Dayika Aştiyê Besna Gunay a kurekî wê, zilm qebûl nekir û tevlî nava refên têkoşerên azadiyê bû û kurê wê yê din jî di çalakiyên li dijî komploya navneteweyî de hatibû girtin hertim li qadan di nava çalakiyan de cih digire. Besnayê bal kişand ser têkoşînê û  got:"Zarokên me li hember zilma heyî serî hildan û heta dawî jî ez li pey doza wan im. Ew mafdar in û ez ê jî wê dozê biparêzim. Berxwedana me û zarokê me dê bidome."DÎMEN HEYE   *Ji Pîrebokên Kampusê Zîlan Kubat da zanîn ku ji ber krîza aborî xwendekar nikarin de debara xwe bikin û herî zêde xwendekarên jin bi bandor dibin ji bilî têkoşînê riyek din tune ye. DÎMEN HEYE   *Akademîsyen Cavîdan Soykan derbarê krîza penaberan ya li sînorê Polonya-Belarus tê jiyîn de axivî û got ji bo dîwarê di du sînoran de wê bê hunandin, butçeya hatiye veqetandin 350 mîlyon Euro ye. Cavîdanê got: “Ev butçe ji mirovên wir re bihata veqetandin wê evqas mirin çênebûna. Tevî krîza tê jiyîn, em înata dewletan a di mijara sînor de temaşe dikin.” DÎMEN HEYE   *Jinan li kolanên Stenbolê der barê krîza aborî û bihabûna dovîzê de dengên xwe bilind kirin û gotin: “Em heqê xwe helal nakin. Çareserî îstîfaya hikûmetê ye. Divê demildest hikûmet îstîsfa bike. Gundî, cotkar, ciwan, xwendekar, jin her kes di vê fikrê de ye.” DÎMEN HEYE   *Nergîz Gornaz ya ÇHD’î da zanîn ku piştî feshkirina Peymana Stenbolê serlêdanên jinan nayên girtin, û got: “Dadgeh der barê biryara parastinê de jî wiha dibêje ‘Ber kes ji qanûnê agahdar nebû. Niha ji ber her kes dizane gelek dosyayên me hene. Ji ber vê em nikarin rûniştinan vekin. Em li ser dosyayê biryaran didin.’.” BI DÎMEN    *Îstîsmara zarokan, kuştinên jinan, zarokên di bin panzêran de tên pelçiqandin, birçîbûn, xizanî, her cureyên xerabiyê, bêcezabûn û tunekirin. Roj bi roj em aliyên van yên cuda dibînin. Gumanbarê tecawizê Muslimeyê kir û ew qetil kir. Bêguman gumanbar wek ‘çavsor’ û ‘şeytan’ nîşandan tê rnake. Beriya ku bûyerê biguherin lehiya hêrsê divê carek din bê fikirin. Dewlet, daraz, malbat û çapemenî, li ku derê vê ne? MEDYA KRÎTÎK