Li Şirnexê li jinekê întîhar hat ferzkirin 2021-11-27 17:02:00     ŞIRNEX - Li gundê Roboskê yê Qilebanê li jineke ciwan întîhar hat ferzkirin.     Li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê yê Şirnexê li jina ciwan a bi navê R.E. (20)  întîhar hat ferzikriin. Piştî malbata R.E. pê hesiya ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Ji ber rewşa R.E. giran bû, ew sewkî Amedê kirin. Hat diyarkirin ku xetereya jiyanê ya R.E. didome.