Berteka li dijî cezayê ji bo Leyla Guven hat dayin: Ji jinan ditirsin 2021-11-27 16:41:20     AMED - Di daxuyaniya têkildarî 5 sal cezayê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn de hat diyarkirin cezayê hatiye dayin ji ber tirsa jin qadên polîtîk in û hat gotin dê dev ji têkoşînê neyê berdan.    Rûniştina biryarê ya doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber îfadeya "Birêz Ocalan" jê dihat darizandin do li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 sal cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî. Li dijî birîna ceza Rêxistina HDP'ê ya Amedê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevarokên HDP'ê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Rêxistinên HDP û DBP'ê, Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn.    'Ev mudaxaleya li dijî siyaseta jina kurd e'   Di destpêkê de li daxuyaniyê Gulistan Atasoy axivî. Gulistanê da zanîn biryara birîna cezayê li Leyla Guven mudaxaleya li dijî siyaseta jina kurd e û wiha got:"Em bi van cezana baş dizanin. Ji bo li îktidarê bimînin sopeyê darazê bi kar tînin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye. Em ê dev ji daxwaza azadiya xwe bernedin. Dixwazin paşde gavê bidin avêtin lê ew ê bi ser nekevin."   'Leyla Guven rûmeta me ye'   Piştre Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan wiha got:"Em bi israr dibêjin AKP û MHP ev bêhiqûqî ji xwe re kiriye adet. Dixwazin siyaseta HDP'ê asteng bikin. Lê HDP mezintir dibe. Bû partiya gel. Ew pêkanînên zalimane gavê bi me paşde nede avêtin. Leyla Guven rûmeta me ye."   Piştî axaftinan daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.